Bi boneya salvegera 19. a damezrandina Komelên Jinê Kurdistanê KJK’ê sazî, deste û rêxistinên jinan yên herêmê çalakiyên girseyî lidarxistin.
Di çalakiyan de jinan teqez kirin ku ew ê xeta şehîdan bişopînin û heta dawiyê berxwe bidin.
Salvegera damezrandina 19. ya Komelên Jinên Kurdistanê KJK’ê li herêmê bi şahiyna hate pîrozkirin.
Şêniyên Qamşlo bi vê boniyê herkîn parqa Azadî û bi gerandina dîlanan vê rojê pîrozkirin.
Li Kobanê jî bi heman armancê ‘ê şahiyek hate lidarxistin.
Di şahiyê de hate gotin:
“Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo vîn û hêzê jin hate avakirin.”
Dawiyê jinan xelkên govendê gerandin.
Kongra Star a Efrîn-Şehbayê jî salvegera demizrandina KJK’ê bi civînekê kir.
Hate diyarkirin KJK’ê deriyê azadiya jinan e ku ev 19 sal in ji tekoşîn, berxwedan û azadiyê dimeşîne.
Piştre sînevîzyonek derbarê dîroka KJK’ê de hat pêşandan.
Civîn bi gerandina govendê bi dawî bû. BETA BIDE
Her wiha li bajarê Reqayê ji aliyê kombûna Jinan a Zenûbiya ve şahiyek hate li darxistin.
Bi sedan jin, welatî û endamên saziyan beşdarî şahiyê bûn.
Her wiha li Minbicê jî bi heman armancê daxuyaniyek ji aliyê Kombûna Jinan a Zenûbiya ve hate dayîn û hate gotin:
“Roj bi roj em dibînin ku berhemên rêxistina KJK’ê dibe gerdûnî û bi hezaran jinan di nava xwe de dihewîne.”
Piştî daxuyaniyê dar li goristana şehîdan hate çandin.
Endamên tevger û saziyên jinan ên Tebqayê jî dxuyaniyek dan û bang li jinan kirin ku asta têkoşîna xwe li hember zilm û zordariyê bilindtir bikin.
Pişt re 150 darên curbicur hatin çandin.
Li Hesekê jî Kongra Star bi çandina 100 şitlên daran li baxçeya Rêber Apo 19’emîn salvegera damezrîna KJK’ê pîroz kirin.