Rûsya êrîşî bajarê Çernîgov a Ukraynayê kir

Di êrîşa Rûsyayê ya li ser bajarê Çernîgov ê li bakurê Ûkraynayê de herî kêm 18 kes mirin û 78 kes jî birîndar bûn.
Rayedarên herêmî ragihandin ku binesaziya civakî û sivîl hedef hatiye girtin.
Her wiha Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy bi rêya video-konferansê ve, ji lûtkeya Yekîtiya Ewropayê ya ku li Brukselê hat lidarxistin axivî.
Zelensky di beşdarbûna xwe yê lutkeyê de ji Yekîtiya Ewropayê daxwaz kir ku alîkariyên pêwîst bişînin.

Di êrîşa nû ya Rûsyayê ya li ser Ukraynayê de kuştî û birîndar hene.

Cîgirê şaredarê bajarê Çernigov li bakurê Ukraynayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku êrîşa mûşekî ya Rûsyayê binesaziya civakî û sivîl kiriye armanc.

Di êrîşê de herî kêm 18 kes mirin û 78 kes jî birîndar bûn.

Di êrîşê de 18 kes mirin û 78 kes jî birîndar bûn

Waliyê herêmê Vyacheslav Chaus di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya civakî da wiha got:

“Dijmin 3 êrîşên bi moşekan li navenda bajêr pêk anîn.

Di van êrîşan da sivîl mirin û gelek birîndar hene. Tîmên rizgarkirinê niha dixebitin.”

Navenda îdarî ya herêmê bi qasî 145 kîlometreyan li bakurê paytext Kîevê ye û nifûsa wê ya beriya şer bi qasî 285 hezar kes bû.

Herwiha Şaredarê Çernîhîvê Oleksandr Lomako diyar kir ku îro ango roja pencşemê ji bo kesên ku di encama êrîşa mûşekî de mirine, li Çernîhîvê weke roja şînê hatiye ragihandin.

Zelenskiy di lûtkeya ye de piştgirî xwest

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy peyamek da serokên Yekîtiya Ewropî ku piştgiriya parastina hewayî ya ku ji Îsraîlê re tê dayîn.

Zelenskiy bi rêya video-konferansê ve, ji lûtkeya Yekîtiya Ewropayê ya ku li Brukselê hat lidarxistin axivî.

Zelenskiy bi bîr xist ku duh di êrîşa mûşekî ya Rûsyayê ya li ser Çernîhîvê de 14 kes mirin û got:

“Mixabin li Ukraynayê asta parastina ya ku me çend roj berê li Rojhilata Navîn dîtibû tune ye.

Bi saya hêza hevpar a hevalbendan, wan karî hema hema hemû mûşek û balafirên bêmirov ên ku ber bi Îsraîlê ve hatibûn avêtin, xistin xwarê.”

YE: Em ê alîkariya mirovî bo Ukraynayê bidomînin

Ji bilî DYA û Îngilîstanê, endamê YE’yê Fransa jî piştgirî da pêşîgirtina li êrîşa hewayî ya Îranê ya 13’ê Nîsanê ya li dijî Îsraîlê.

Ji aliyê din ve piştî ku mijara Ukraynayê di rûniştina têkiliyên derve ya Lûtkeya Yekîtiya Ewropayê de hate nîqaşkirin û wiha hat gotin:

“Yekîtiya Ewropayê bi tundî êrîşên asmanî û mûşekî yên Rûsyayê yên li ser sivîl û binesaziya sivîl a Ukraynayê, di nav de vê dawiyê li dijî sektora enerjiyê, şermezar dike,”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Yekîtiya Ewropayê û welatên endamên wê dê ji bo parastina sivîl şandina alavên wek jenerator, trafo û malzemeyên alîkariyê bidomînin.

Ukrayna: Di êrîşên Rûsya de 10 kes mirin

Back to top button