Li Endonezyayê volkan teqiya

Li seranserê cîhanê li hin welat û herêman karesatên xwezayî rû dide.
Li Endonezyayê volkan teqiya û hişyariya tsûnamiyê hate kirin. Bi hezaran kes hatin veguhestin.
Her wiha li Japonyayê jî li pey hev erdhej pêk hat.
Li Tengava Bungo-Suido ya li peravên parêzgeha Ehîme ya li rojavayê Japonyayê du erdhejên bi lerza 6,4 û 5’an pêk hatin.

Volkanê Rûangê ji roja Sêşemê ve pênc caran teqiya û ewrekî ji xwelî yê bi kîlometreyekê bilind afirand.

Wezareta Ragihandinê neçar ma ku balafirgeha navneteweyî ya Manado bigire ku bi sed kîlometreyî dûrî cihê volkanê ye.

Ji devê kratera volkanê roja Çarşemê lav herikî ku ev yek bû sedem, rayedar bikevin nava liv û tevgerê.

Asta alarmê jî kirin asta çaran ku ya herî bilind e.

Volkanê li giraveke biçûk a eyaleta Sûlawesî ye, sibeha Pêncşemê hîn jî teqiya û dû jê bilind bû.

Xeteriya tsunamiyê heye

Rayedaran diyar kirin ku li herêma nêzî volkanê 11 hezar kes hatine veguhestin.

Pêşniyar li şêniyên herêmê tê kirin ku bi şeş kîlometreyan xwe nêzî volkan nekin.

Rayedar her wiha ji rûdana tsûnamiyê bi fikar e.

Endonezya li ser Xeleka Agir a Pasîfîk e ku liv û tevgera volkanîk lê zêde ye.

Li vî welatî nêzî 130 volkanên çalak hene.

Li Japonayayê li pey hev erdhej pêk hat

Li Japonyayê li pey hev erdhej pêk hat.

Li gor daxuyaniya Miduriyeta Meteorolojiye ya Japonyaye bi lerza 6.4 û 5’an erdhejek çebû.

Erdheja bi lerza 6,4 bi lerza 50 kilometro di bin erde de hat tomarkirin û bi lerza 5 jî erdhej 40 kilometre di bin erde de hat tomarkirin.

Pişti erdheja ku li eyaleten Ehime, Koçi, Oyita û Hiroşima hat hiskirin, hişyariya tsunamiye nehat dayin.

Tengava Bungo-suido Deryaya Navxweyî ya Seto bi Deryaya Fîlîpînê re girêdide.

Back to top button