Li Almanyayê bi gumana sîxuruyê 2 Rûs hatin girtin

Li gorî daxuyaniya dozgeriya federal a Almanyayê 2 Rûs yên ku bi gumana ji bo sabotekirina piştgiriya leşkerî ya ji Ukraynayê re plansaziya çalakiyên sabotajê kirine, hatine girtin.

Hate ragihandin ku ew du kes hemwelatiyên Almanyayê ne û li Başûr-Rojhilatê Almanyayê li Bavyerayê hatine binçavkirin.

Hate ragihandin ku her du kes ‘tesîsên hêzên çekdarî yên Amerîkî’ ji di nav de bi lêkolîna hedefên êrîşê yên li Elmanyayê, tên sûcdarkirin.

Li malên her duyan jî lêgerîn pêk hatin.

Her wiha kesê bi navê Dîeter S. bi ‘ji bo komplo û agirberdêriyê bikaranîna teqemeniyan, sîxurtiya sabotajê, teswîrkirina tesîsên leşkerî, endamtiya rêxistina terorî ya biyanî û amadekirina çalakiyeke tundiyê ya ku zirarê bide dewletê’ tê sûcdarkirin.

Li gorî medyaya Almanyayê kesê bi navê Dîeter S.

di navbera Kanûna 2014’an û Îlona 2016’an de li rojhilatê Ûkraynayê di nava yekîneyeke ‘Komara Gel a Donetskê’ de weke şervanekî cih girtiye û têkildarî vê yekê gumanên ku çek li gel kesê berbehs heye, xurt in.

Back to top button