Evîn Siwêd: Hevdîtin bi hikumeta Şamê re hene lê heta niha bi ser neketine

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Evîn Siwêd diyar kir ku hevdîtin bi hikumeta Şamê re hene lê heta niha bi ser neketine û got:
“Hevdîtin henê lê nagihêje asta ku gaveke cidî ber bi çareseriyeke giştî ve bê avêtin ku hêviyên sûriyeyiyan pêk bîne.”

Evîn Siwêd têkildarî însiyatîfa ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a 18`ê Nîsana 2023’yan ji bo çareserkirina aloziyê pêşkêş Sûrî kiriye û ji 9 bendan pêk tê, axivî.

Evîn Siwêd di despêka nirxandinê xwe de wiha got:

“Hevdîtin di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de, girêdayî hin mijarên pratîk in.

Lê nagihêje asta ku gaveke cidî ber bi çareseriyeke giştî ve bê avêtin ku hêviyên sûriyeyiyan pêk bîne.”

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi rêya însiyatîfa xwe bang li dewletên Ereban kiribû ku di aloziya Sûriyeyê de roleke çalak bilîzin. Evîn Siwêd têkildarî vê mijarê wiha axivî:

“Me bi piraniya dewletên Ereban re hevdîtin çêkir.

Lê belê me encamên ku hêvî dikirin, bi dest nexistin.”

Evîn Siwêd hikumeta Şamê rexne kir ku bi awayekî neyînî hewldanên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û hin dewletên Ereban ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê, dinirxîne.

Evîn Siwêd: Hewldanên yekkirina muxalefeta nîştimanî

Evîn Siwêd bi bîr xist ku Rêveberiya Xweser, bi hêz û aliyên Sûriyeyê re civiye beriya ku însiyatîfê ragihîne.

Lê belê diyar kir ku hevdîtin bê encam bûn û wiha domand:

“Hin hêzên xwecih û herêmî însiyatîf bi erênî nirxand, dîsa jî me nekarî muxalefetê bikin yek ji bo ku di bin alekê de bi hikumeta Şamê re dest bi dan û standinê bikin.”

Têkildarî geşedanên li herêmê û aloziyan, Evîn Siwêd wiha got:

“Rêveberiya Xweser, ji bo têkbirina gefên derve yên li ser herêmê, di aliyê dîplomasî û siyasî de bi tevahî aliyên herêmî û navneteweyî re gelek hewdan kiriye.”

Evîn Siwêd: Divê alozî bi destê sûriyeyiyan çareser bibe

Evîn Siwêd aşkera kir ku Rêveberiya Xweser amade ye bi şert û mercên lezgîn re mijul bibe û bang li aliyên têkildar ên kir ku li maseyê rûnin û çareseriyeke siyasî ji aloziyê re bibînin, civakeke azad û demokratîk û Sûriyeyiyek nenavendî ava bikin.

Back to top button