Dewleta Tirk 2 caran devera Şarbajêr bombebaran kir

Balafirên bêmirov yên dewleta Tirk a dagirker 2 caran devera Şarbajêr ya parêzgeha Silêmaniyê bombebaran kir.

Êriş di saetên êvarî de, li ser herêma sivîlan ya Şarbajêr a parêzgeha Silêmaniyê pêk hat.

Qayqiqamê navçeya Şarbajêr Kamera Hesen derbarê bombebaranan de got;

“Di bombebarana destpêkê de xaniyekê vala li gundê Girnegiryaş hate armanckirin.

Hesen diyarkir ku di êrişê de ti ziyanên canî pêk nehatine, tenê ziyanên madî rûdane.

Êrişa duyemîn jî li daristana Teje û Şîlane yên devera Şarbajêr pêk hat.

Di bombebaranê de, ziyanên madî û jîngehî çêbûn.

Di bombebarana dewleta Tirk de jinek birîndar bû

Li aliyekî din, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker Girê Kortek ê li Binarê Qendilê bombebaran kir.

Hate hînbûn ku di encama bombebaranê de jinek birîndar bûye.

Back to top button