Tecrîda li ser Rêber Apo li Ewropayê tê nîqaşkirin

Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Omer Ocalan û parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê tecrîda li îmraliyê birine rojeva Ewropayê.
Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Omer Ocalan li wir daxuyaniyek çapemeniyê da û got: “Kiryarê ku li Îmraliyê tê kirin êşkenceye.”

Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Omer Ocalan û ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Faîk Erol li Konseya Ewropayê têkildarî rewşa Rêber Apo hin hevdîtin pêk anînin.

Şandeyê destpêkê gelek peywendî bi saziyên Ewropayê yên li Strasboûrgê re çêkirin.

Tê payîn ku şande di nava rojê de bi Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) re jî hevdîtinekê pêk bîne.

Roja Pêncşemê jî wê bi Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewropayê ya DEM Partiyê re hevdîtinek were kirin.

Di wê hevdîtinê de jî wê rewşa Rêber Apo rojeva sereke be.

Ozgur Faîk Erol: Tecrîd li dijî çareseriya pirsgirêka Kurd tê kirin

Ozgur Faîk Erol di civîna çapemeniyê de qala şert û mercên tecrîda li Îmraliyê kir û got:

“Birêz Ocalan di bin tecrîdeke mutlaq de tê ragirtin. Em baş dizanin ku ti bingehê hiqûqî yê vê tecrîdê tune ye.

Tecrîd li ser esasê biryareke polîtîk û îdarî ye û li ijî çareseriya pirsgirêka Kurd tê kirin.”

Omer Ocalan: Pêkanîna keyfî cihê hiqûqê girtiye

Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Omer Ocalan jî bi bîr xist ku li Tirkiyê gelek pirsgirêkên siyasî û hiqûqî hene û got:

“Li Tirkiyê pêkanînên kêfî cihê hiqûqê girtiye. Girtîgeha Girava Îmraliyê bifikirin; malbata wî zêdeyî 4 sal in nikare serdanê bike.

Weke malbat hemû mafên me yên hiqûqî û qanûnî hatine xespkirin.”

Omer Ocalan: Gelo kiryarên li Îmraliyê ne êşkence ye?

Omer Ocalan bibîrxist ku li ti devera cîhanê tecrîdeke wiha nîne û pirsa “Gelo ev rewşa ku li dijî birêz Ocalan û sê hevalên wî yên pê re tê pêkanîn, ma ne êşkence ye?” kir.

“Em li ser rewşa tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan bi fikar in”

Ji Qibrisê parlamenterê Ewropayê Constntînos Esfstathîoû jî ragihand ku Tirkiye di nava welatên ku muameleya herî xerab li girtiyan dike de ye.

“Divê Ewropa li dijî Tirkiyê helwest nîşan bide”

Efstathîoû jî fikarên xwe yên li ser rewşa tendûristiya Rêber Apo anî ziman û got:

“Divê bêdengiya Ewropayê were şermezarkirin û Ewropa li dijî Tirkiyê helwest nîşan bide.

Divê zextê li Tirkiyeyê bike, ji ber ku Tirkiyê li deriyê Ewropayê xistiye.”

Back to top button