Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Çarşema Serê Nîsanê hat pîrozkirin

Îro sersala Êzidiyan ango cejna Çarşema Sor e.
Bi vê boneyê xelkên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dilsozî şahî li darxistin.
Di şahiyan de peyama têkoşîn û berxwedanê hate dayîn.

Di bin dirûşma “Êzidatî Nasname ye, çand e, dîrok û berxwedan e, Cejna Çarşema Sor li we pîroz dikin” Yekîtiya Êzidiyên Efrîn û Yekîtiya Jinên Êzidî yên Rojava li Şehba Çarşema Sor pîroz kirin.

Gelek şêniyên Şehba û koçberên Efrînê jî bi civaka xwe ya Êzidî re şahî pîroz kirin.

Li ser dika şahiyê wateya Çarşema Sor hate şîrove kirin û ev peyam hate dayîn:

“Em ê vê cejnê bikin cejna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û rizgarkirina hemû Êzidiyan ji destê çeteyên hov ên DAIŞ’ê.”

Pişt re komên hunerî berhemên xwe pêşkêş kirin.

Li Helebê li qada Kurên Şehîdan a herêma Şiqîfê jî şahiyek bi boneya rojê hate lidarxistin.

Li wir Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Xerîb Hiso axivî û cejan Çarşema Sor pîroz kir.

Piştre zarok û ciwanên Êzidî sirûdên olî gotin û govend hatin gerandin.

Paşê Rêvebera Yekîtiya Êzidiyan a Helebê Roşîn Mûsa axivî.

Li navçeya Amûdê jî Êzidî tev şênî û endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser kom bûn û Çarşema Sor pîroz kirin.

Li Tirbespiyê jî nûner û şênxên eşîrên Ereb û partiyên siyasî tev li pîrozbahiyê bûn û Çarşema Serê Nîsanê bi civaka Êzidî re pîroz kirin.

Back to top button