Cezayên nû yên Amerîka û Yekîtiya Ewropayê ji bo Îranê

Rêbazên nû yên bersivdanê ji bo êrîşên Îranê ya li dijî Îsraîlê cezakirin e.
Amerîka û Yekîtiya Ewropayê ragihandin ku ew amadekariya cezayên nû ji bo Îranê dikin û saziyên têkîldar erkdar dikin.
Şêwîrmendê Ewlekariya Netewî ya Qesra Spî Jake Sullivan diyar kir ku dê hevalbend û hevkarên Amerîkayê jî heman biryaran bigirin.
Li aliyê din serok dewletê Rûsyayê Vladimir Putin bi telefonê Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reisî re hevdîtin pêk anî.
Di daxuyaniya Kremlînê ya derbarê hevdîtinê de êrîşa Tehranê ya li dijî Îsraîlê wekî “tedbîrên tolhildanê yên Îranê” hat binavkirin.

Amerîka û Yekîtiya Ewropayê ji ber êrîşên Îranê ya li dijî Îsraîlê amadekariya cezayên nû ji bo Îranê dike.

Şêwîrmendê Ewlekariya Netewî ya Qesra Spî Jake Sullivan derbarê vê yekê de daxuyanî da.

Jake Sullivan ragihand ku dê cezayên Waşîngtonê bernameya balafirên bê mirov û moşekan, Pasdarên Îranê û Wezareta Parastinê ya Îranê armanc bike û got:

“Cezayên nû armanc dike ku faaliyet û pêkanînên leşkerî ya Îranê lewaz bike û nêzîkbûnên wê yê bi pirsgirêk asteng bike.

Ji ber vê li hemberî Îranê bê navber zextên bi vî rengî berdewam bikin.”

Her wiha Sullivan diyar kir ku dê hevalbend û hevkarên Amerîkayê jî heman biryaran bigirin.

Cezayên Brukselê hinardekirina çekan a Îranê dike armanc

Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Derve û Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell jî bi raya giştî re parve kir ku ji bo berfirehkirina cezayên li dijî Îranê dest bi xebatê kirine.

Borrell piştî Civîna Wezîrên Derve yên Yekîtiya Ewropayê ku li Brukselê pêk hat, daxuyaniyek da û diyar kir ku pakêta cezayên nû wê hinardekirina çekan a Îranê ji Rûsyayê re, di nav de şandina balafirên bêmirov jî di nav de be.

Josep Borrell diyar kir ku ew ê saziyên xwe yên pêwendîdar ji bo destpêkirina cezayên nû erkdar bikin.

Josep Borell: Ji bo destpêkirina cezayên nû saziyên xwe erkdar bikin

Her wiha Borell destnîşan kir ku welatên Yekîtiya Ewropayê careke din êrîşa Îranê şermezar dikin û piştgiriyê didin mafê xweparastinê yê Îsraîlê.

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê, Îsrael Katz jî di peyama xwe ya ku li ser hesabê xwe yê X’ê parve kir de diyar kir ku di nava Yekîtiya Ewropayê de ji ber meyla erênî ya sepandina cezayan li ser Îranê kêfxweş in.

Tê payîn ku di civîna 2 rojî de ku roja Çarşem û Pêncşemê serokên hikûmet û dewletên endamên Yekîtiya Ewropayê bicivin, mijara berfirehkirina dorpêçên Yekitiyê yên li dijî Îranê biryar bê dayîn.

Hevdîtina Putin û Reisî

Li aliyê din serok dewletê Rûsyayê Vladimir Putin bi telefonê Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reisî re hevdîtin pêk anî.

Di daxuyaniya Kremlînê ya derbarê hevdîtinê de êrîşa Tehranê ya li dijî Îsraîlê wekî “tedbîrên tolhildanê yên Îranê” hat binavkirin.

Pûtîn di yekemîn nirxandina xwe ya giştî ya êrîşa Îranê ya li ser Îsraîlê de anî ziman ku sedema sereke bêîstiqrariya niha ya li Rojhilata Navîn e.

Di daxuyaniya Kremlînê de Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî diyar kir ku kiryarên Tehranê pêwîst in lê kêm in û her wiha teqez kir ku Îran naxwaze alozî zêdetir bibe.

Amerîka: Em naxwazin bi Îranê re bikevin şerekî berfireh

Back to top button