Iraqê dê 41 balafirên şer ji Amerîkayê bikire

Berdevkê Hikumeta Iraqê ragihand ku piştî civîna Sudanî ya bi serokê Amerîkayê re, Sudanî ji bo kirîna balafirên şer peymanek bi Emerîkayê re îmzekiriye.

Berdevkê Hikumeta Iraqê Basim Ewasî derbarê naveroka civîna serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî ya bi berpirsên Emerîka, herwiha kirîna hejmarek balafirên şer ya ji Emerîkayê, ji medya Iraqê re axivî.

Basim Ewadî da zanîn ku piştî civîna serokwezîrê Iraqê ya bi serokê Emerîkayê re, Sudanî ji bo kirîna 41 balafirên şer peyman bi Emerîkayê re îmzekiriye û wê Emerîka hinek balafirên din jî weke diyarî bide Iraqê.

Basim Ewadî di dewamê de da zanîn ku wê di nav çend mehan de balafirên şer radestî Iraqê werin kirin û got:

“Di civîna Sudanî ya bi serokê Emerîkayê re, cezayên Emerîka yên li ser hinek bankên Iraqê hate guftugokirin.”

Hevdîtina Sûdanî û Biden

Back to top button