Serokwezîrê Iraqê çû Amerîkayê

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî li ser vexwendina Serokê DYA’ê Joe Biden, bi şandayeke payebilind re çû vî welatî.

Ofîsa Serokwezîrê Iraqê derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Sudanî û şandeyeke payebilind li ser vexwendina Biden îro ber bi Amerîkayê ve ketine rê.

Di daxuyaniyê de, hat destnîşankirin ku ku Sudanî wê Biden re rûne û li ser mijarên siyasî, ewlekarî, aborî nîqaş bikin.

Her wiha hat gotin ku dê hebûna hêzên hevpeymana navnetewî ya Iraqê jî bê rojevê.

Back to top button