Komûbna Jinan ya Zenûbiya bûyera lêdanê ya li 3 jinan şermezar kir

10’ê vê mehê ango roja yekem ji Cejna remezanê 3 jinên ji gundê Ebo Herdûb yê girêdayî Dêra Zorê ji aliyê kesekî ve rastî tundî û êşkenceyê hatin. Kombûna jinan ya Zenûbiya a Dêra Zorê, daxuyaniyek da û ev bûyer şermezar kir.

Bi dehan jinên herêmê tevlî li daxuyniyê bûn.

Kombûnê diyar kir ku tevî xebatên berfireh yên ji aliyê rêxsitin û tevgerên jinan ji bo guhertina zêhniyeta civakê hîn jî tundiya li ser jinan li hin herêman berdewame.

Di dewama daxuyniyê de hat gotin, Em bûyera ku roja cejinê derheqê 3 jinên ji gundê Ebo Herdûb hatiye kirin şermezar dikin.

Zêhniyeta baviksalar ji bo jinan lawaz bikin û rola wan bişkînin, bi şêwazên cûrbecûr êrîşî vîna wan dikin.

Em bang li rayedarên pêwendîdar dikin ku her kesê bi vî awayî cesaret kiriye heqaretê li jinan bike, bigirin û cezayê ku heq dikin li wan bibirin ji bo bibin mînak.

Back to top button