Piştê sazkirina pirê, deriyê Sêmalkayê tê vekirin û sibê dikeve xizmetê

Piştî sererastkirinê deriyê Sêmalkayê careke din tê vekirin û sibê dikeve xizmeta Şêniyan.

Beriya demekê li Başûrê Kurdistanê ji ber barana zêde lehî rabû.

Lehiya ku rabû, rêjeya ava çemê Dicle zêde kir.

Ji ber vê, pira Dergehê a di navbara Rojava û başûrê Kurdistanê hilweşiya û ji xizmetê derket.

Ev zêdetirî 20 roj in xebatên sererastkirinê dewam dikirin û îro bi dawî bû.

Niha tevgera bazirganiyê li deriyê Sêmalkayê piştî sererastkirinê dest pê kirî ye.

Çav li rê ye ku sibe tevgera çûn û hatinê li pêşiya şêniyan jî were vekirin.

Her wiha Rêveberiya deriyê Sêmalka-Pêşxabûrê jî ragihand ku pira di navbera Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hat sererastkirin.

Rêveberiya derî, da zanîn ku tevgera bazirganiyê dest pê kiriye û sibe wê tevgera rêwiyan jî dest pê bike.

Back to top button