Li Şirnexê gel li dijî çawişê pispor ê tirk ku destdirêjî li jinekê kir rabû

Li Şirnexa Bakurê kurdistanê çawişekî pispor ê Tirk li kolanê jinek tacîz kir, çawiş ji hêla welatiyan ve hate derbkirin.

Li gorî agahiyan, di saetên şevê de çawişekî pispor li Şirnexê jinek tacîz kir.

Ev bûyer li taxa Dîcleyê pêk hat.

Welatiyên derdorê jî mudaxileyî tacîzkar kir û çawişê pispor derb kirin.

Çawişê pispor rakirin nexweşxaneyê û hat zanîn ku rewşa wî krîtîk e.

Walîtiya Şirnexê ragihand ku têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin û 4 kes hatine binçavkirin.

Tundiya li dijî jinan li Bakurê kurdistanê ji ber polîtîkayên desthilatadariyê di asteke jor de ye.

Ji bilî bûyerên ku li ser medyaya dijîtal tên belavkirin, bi hezaran bûyerên ku nayê belavkirin hene.

Back to top button