HPG: Dagirkerek hate cezakirin, mobesseyek hate îmhakirin

Gerîlayên azadiya Kurdistanê li Zapê li dijî artêşa Tirk a dagirkeran çalakî lidarxistin.
Di encamê de leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin û mobesseyek jî hate îmhakirin.

Navenda Ragihandin û çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên gerîlayan û êrişên dagirkeran daxuyaniyek nivîskî parve kir.

Navendê têkîldarî çalakiyên gerîlayan ev agahî dan.

“Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, 10’ê Nîsanê dagirkeran xwestin li Qada Berxwedanê ya Girê FM sîstema kameraya mobesse bi cih bikin.

Lê gerîlayan bi taktîka sekvaniyê li dagirkeran xist û dagirkerek hate cezakirin.

Her wiha sîstemeke kameraya mobesse ya ayîdê dagirkerên jî hate îmhakirin.”

Li ser êrişên artêşa Tirk a dagirker jî HPG’ê ev tişt got:

“Ji 10 heta 12’ê Nîsanê herêma Garê, Metîna, Zap û Xakurkê 15 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.”

Back to top button