Malbatên Şehîdan êrîşên dewleta Tirk li ser gorên şehîdan şermezar kir

Li herêma Cizîrê êrişên dewleta tirk yê li ser gorên şehîdan yê li bakurê kurdistanê bi daxuyaniyekê şermezar kirin.
Malbatên Şehîdan banga li cîhanê kirin ku dewleta Tirk li ser sûcên xwe darzînin.

Meclisên malbatên şehîdan ên Hesekê, Şedadê, Til Temir, Til Birak, Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê, Çilaxa, Girkê Legê, Dêrik û Til Hemîsê bi daxuyaniyên cuda êrişa li ser goristana şehîdan a li navçeya Lice ya Amedê şermezar kirin.

Di daxuyaniyan de hate gotin ev êriş helwesta alîgirên AKP’ê ya li Tirkiyeyê, binkeftina AKP’ê di hilbijartinan de û binkeftina artêşa Tirk a li çiyayên Kurdistanê rave dike.

Her wiha hate diyarkirin ku êrişa li ser goristanê li dijî mafên mirovan e û divê hesab were pirsîn.

Di daxuyaniyan de, bang li rêxistinên hiqûqî, rêxistinên mirovî yên navneteweyî hate kirin ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Kurdistanê û gelê Kurd bidin rawestandin û Erdogan darzînin.

Back to top button