Li Minbicê cenazeyê şehîd Hisên Elî Îbrahîm hat oxirkirin

Şehîd Hisên Îbrahîm li Minbicê û Şehîd Mihemed li Kobanê bi merasîmên cuha hatin oxirkirin.
Şêniyan tekez kirin ku ew ê heya pêkanîna serkeftinê rêwîtiya xwe ya li ser şopa şehîdan bidomînin.

Şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Hisên Elî Îbrahîm 10’ê Nîsanê dema li ser erka xwe bû şehîd bûbû.

Şêniyên kantona Minbicê ji bo oxirkirina şehîd berê xwe dan goristana şehîdan a bajarê Minbicê.

Li merasîmê, piştî rêzgirtinê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Elyai Silêman sersaxî ji malbata şehîd re xweset û wiha got:

“Bi hezaran ciwanên me ji bo parastina welat, bersiv dan dijmin, li ber xwe dan û gihîştin asta şehadetê.

Elyai soza şopandina riya şehîdan heta serkeftinê da.

Her wiha endamê fermandariya Meclisa Leşkerî ya Minbicê Xelîl Qehreman jî ev gotin anîn ziman:

“Em soz didin şehîdên xwe ku em ê heya pêkanîna serkeftinê, rêya wan bişopînin û ji bo parastina welat têbikoşin.”

Merasîm bi xwendina bawarnameya şehadetê û oxirkirina şehîd bi dawî bû.

Şehîd Mihemed bi merasîmekê li Kobanê hat oxirkirin

Li kobanê jî oxirkirina şehîd hebû.

Şehîd Mihemed ku 10’ê Nîsanê şehîd bûbû, bi merasîmekî biheybet hat oxirkirin.

Her wiha şehîd Mizgîn Dilbirîn ku 1’ê Cotmeha 2021’an li Avaşînê şehîd bûbû, hat bibîranîn.

Hevserokê Nivîsgeha Parastinê ya Kantona Firatê Nebo Temo di merasîma oxirkirinê de got:

“Rêya şehadetê jiyana azad e, di dîroka tevgera azadiyê de ev cara yekemîn e ku tevahî Kurd li ser pêyan in. Me gelek şehîd dan û em ê heta azadiyê jî şehîdan bidin.”

Endama Meclisa Jinan a PYD’ê Sara Xelîl jî got şehîd Mizgîn û Mihemed ji bo avakirina civakeke azad û aram li ber xwe da û ev tişt anî ziman:

Şehîd Mihemed bavê 3 zarokan bû, lê ji bo azadiya welat jî canê xwe feda kir. Bi sedan jî wekî Mihemed hene û bo azadiyê têdikoşin.

Keça şehîd Mihemed Sozdar Mûsa jî li merasîmê got, bi tilîlî û nîşaneyên serkeftinê bavê min oxir bikin.

Li ser navê malbata şehîd Mihemed, Şêx Ehmed Hemo jî diyar kir ku gerîlayên me di nava mercên herî zehmet de, di nava têkoşînê de ne, divê em jî êdî xwedî li şehîdên xwe derkevin.

Dawiya merasîmê wesîqeya şehîd hat xwendin û bi tilîlî û dirûşman hate oxirkirin.

Back to top button