Şerê navxweyî ya Sudanê

Şerê navbera artêşê û Hêza Piştgiriya Lezgîn beriya salekê destpê kir, dewam dike û sivîl dibin qurbanî.
Ji ber heya niha çareseriyek nehatiye dîtin her du aliyên şer êrîşên xwe didomînin.
Di dawî de jî li Darfur a Sudanê êrîş pêk hat û herî kêm 25 sivîl hatin kuştin.

Di 15’ê Nîsanê de li Parisê konferansa alîkariya mirovî ya navneteweyî ji bo Sudan û ciranên wê pêk hat.

Li wir hat diyar kirin ku demildest karesatên mirovî ku li Sudanê pêk tên rawestin û alîkariya pêwîst bên kirin.

Tişta balkêş di vê konferansê de her du aliyên şer dikin nehatibûn vexwendin ku ew her du alî weke sedema aloziya li heremê dihatin binavkirin.

Hîna ji bo çareseriyê nîqaş dihat kirin dîsa her du aliyên şer li Darfur a Sudanê êrîş pêk anîn.

Li Darfur a Sudanê herî kêm 25 sivîl hatin kuştin

Li gorî Komîteya Emergency Lawyers ku xwe weke alîgirê demokrasiyê û belgekirina zilma li hemberî sivîlan pênase dike, paytexta eyaleta Darfûr a Bakur El Faşîr û gundên derdorê di nava çend rojan de ‘bombardûman û êrîşên hewayî yên kêfî’ hatin kirin.

Emergency Lawyers ragihand ku herî kêm 25 sivîl di van êrişan de hatin kuştin.

Pênc eyaletên Darfûrê di destê Hêzên Piştevaniya Lezgîn de ne.

Yekane paytexta ku ne di dstê hêza paramîlîter de ye, El Faşîr e.

Karesata mirovî ya li Sudanê

Neteweyên Yekbûyî û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka hişyariyê didin ku nearamiya li El Faşîrê wê ji bo bi sed hezaran penaberên li herêmê bibe felaket.

Li gorî şahidên bûyerên yên li kampa penaberan a Ebû Şûkê, piştî şer roja Sêşemê bi sedan kes ji kampê ber bi bajêr ve reviyan.

Şêniyên Darfûrê û Neteweyên Yekbûyî par diyar kiribûn ku navendên penaberan bi rêk û pêk ji aliyê şervanan ve têne dorpêçkirin û êrîş li wan têne kirin.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî di şerê navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de ku 15’ê Nîsana 2023’an destpê kir, bi hezaran mirov hatin kuştin, zêdeyî 8.5 milyon mirov jî ji cih û warê xwe bûn.

Karesata mirovî ya li Sudanê

Back to top button