Salvegera yekemîn a şerê Sudanê

Salek di ser şerê navxweyî ya Sudanê derbas bû.
Di nava salekî de gelek mirovên li Sudanê rastî gelek kiryarên nemirovane hatin.
Kuştin, talankirin, destdirêjî û koçberî bi serê xwe encama şer ên Sudanê radixe ber çavan.
Derbarê salvegera yekemîn a şer de lîderê Koordînasyona Hêzên Demokratîk ên Sivîl-Tekaddum Abdullah Hemduk axivî.
Hemduk bang li aliyên şer kir da ku pirsgirêkê bi rêya aştiyane û danûstandinê çareser bikin.

Şerê di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Bilez de li Sûdanê ku yek ji krîzên herî mezin ên cîhanê lê diqewime, sala xwe ya ewil temam kir.

Ji ber şer bi taybetî li bajarê Xartûmê, jiyana bi milyonan Sûdaniyan serûbin bûye.

Şerê ku zirareke mezin da binesaziyê, tenduristî, perwerde, aborî û civakê, ne tenê Sûdanê, welatên herêmê jî bandor dike.

Tevî ku tê îdiakirin ku dê di demeke nêz de muzakereyên di navbera her du aliyan de ji nû ve dest pê bikin jî, her du aliyên şer di daxuyaniyê de diyar dikin ku dê şer bidomînin.

Serokwezîrê berê yê Sûdanê û lîderê Koordînasyona Hêzên Demokratîk ên Sivîl -Tekaddum Abdullah Hamduk diyar kir ku Sûdan di bin metirsiya dabeşbûna etnîkî û nijadî de ye, ku xetera hilweşîna bi tevahî heye.

Hemduk di axaftina xwe ya vîdeoyî de ku bi boneya yekemîn salvegera şerê li Sûdanê li ser Facebookê hat weşandin de wiha got:

“Şerê ku welatê me ji hev perçe kir, sala xwe ya ewil temam dike.

Ev 12 meh mirin û wêranî pêk hatin. Her roja ku derbas dibe bi deh hezaran sivîl û leşkeran jiyana xwe ji dest didin

Her wiha bi milyonan kes jî koçber dibin.”

Hemduk: Sudan di bin xetera perçebûna etnîkî û nijadî de ye

Hamduk anî ziman ku birçîbûn, nexweşî û xizaniyê bi mîlyonan kes kuştin, dewleta Sûdanê ji hev belav bû, binesaziya ku bi ked û pereyê gel hatibû avakirin hilweşiya, malên gel hatin talankirin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Cîhanî ya Erebî (AWP) Hemdûk wiha got:

“Ev şer ji nişka ve dest pê nekir. Sedemên derketina wî roj bi roj li hev kom dibûn.

Me hişyarî da ku şer nêz dibe û behsa felaketên ku wê bîne serê welatê me kir.”

Her wiha Hemdûk di bangawaziyê xwe de ev tişt anî ziman:

“Tevî hemû tundî, komployan me ji şoreşa xwe ya mezin îlham girt û bang dikin ku pirsgirêk bi danûstandin û rêyên aştiyane werin çareserkirin.”

Hemduk: Me hewil da ku rewşa Sudanê aloz nebe

Hemdûk wiha dewam kir:

“Rêya me ji bo ewlekarî û aramiya gelê xwe berdewam bû.

Me li gel welatparêzên din hemû hewl da ku rewş aloz nebe.

Têkiliyên bi derve û hundir ranewestiyan. Lê armanca hin kesan ew bû ku bêyî encam û bandorên li ser welat li ber çavan bigirin, şer derxin.”

Back to top button