Şerê Îsraîl û Hemasê: 192 roj

Li Şerîda Xezayê 192 rojin êrîşên Îsraîlê didome û hejmara windahiyan jî zêde dibin.
Li hêlekê şerê Hemas û Îsraîlê, hêlekî jî li Şerîa Rojava polîs û hêzên Îsraîlê êrîşên xwe li dijî Filîstiniyan zêde kirine.
Hat ragihandin ku di encama gulebarana hêzên Îsraîlî de jineke Filistînî jiyana xwe ji dest da û 23 kes jî birîndar bûn.
Rêxistina Hevkariya Îslamî derbarê êrîşan de daxuyaniyek nivîska da û rêxistinê destnîşan kir êrîşên Îsraîlê ya li dijî gelê Fîlîstinê binpêkirina huquqa mirovî ya navneteweyî ye.

Artêşa Îsraîlê êrîşên xwe yê li Şerîda Xezayê didomîne.

Wezareta Tenduristiye ya Filistine ya li Xezayê derbare erişen 192 rojan yên İsrailê ya li ser Xezaye daxuyanî da.

Wezaretê diyar kir ku 24 saetên dawîn de di êrîşên Îsraîlê de 68 Filistîniyên din jiyana xwe ji dest dan û 94 Filistînî jî birîndar bûn.

Wezareta Tenduristiyê ragihand ku hejmara miriyan derket 33 hezarû 797’an û hejmara birindaran derket 76 hezar ü 465’an.

Îsraîl gule li Filîstiniyên ku dixwestin vegerin malên xwe reşandin

Bi sedan malbatên Filistînî yên ku piştî heft mehan ji êrîşên Îsraîlê xwe spartin navenda Xezayê, hewl didin ku vegerin bakurê Xezeyê.

Rayedaran ragihandin ku di encama gulebarana hêzên Îsraîlî de bi dehan kesên ku dixwestin ji başûrê Xezeyê vegerin herêmên bakur jineke filistînî mir û 23 kes jî birîndar bûn.

Der barê gulebarana ku ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirin de tu daxuyanî nehat dayîn.

Artêşa Îsraîlê diyar dike ku bakurê Xezayê hê jî wek ‘herêma pevçûnê’ tê pênasekirin û hişyariyê dide Filistîniyan ku venegerin van herêman.

Rêxistina Hevkariya Îslamî bertek nîşanî êrîşên Îsraîlê da

Her wiha piştî êrîşên leşkerên Îsraîlî û niştecihên cihû yên dereqanûnî yên li ser Filistîniyan ên li herêmên cuda yên Şerîa Rojava ji aliyê Rêxistina Hevkariya Îslamî ve daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn.

Di daxuyaniye de êrişen sistematik ku niştecihên cihû yen qaçax li diji Filistiniyan di bin parastina leşkerên İsraile de dikin, hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di êrîşan de gelek Filistînî jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.

Hat destnîşankirin ku ev êrîş û dijminatiya Îsraîlê ya li dijî gelê Filistînê ye ku bi awayekî eşkere hiqûqa însanî ya navneteweyî binpê dike.

Di daxuyaniyê de her wiha hat xwestin ku Îsraîlî ji ber hemû sûcên wan ên li dijî gelê Filistînê, ax û pîroziyên wan were darizandin.

Ji 12’ê Nîsanê ve 4 Filîstinî mirin û 60 kes jî birîndar bûn

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê di daxûyaniya xwe ya berê de ragihandibû ku ji 12’ê Nîsanê û vir ve di encama êrişên hêzên Îsraîlê û nişteciyên cihû yên neqanûnî de 4 filistînî mirine û 60 kes jî birîndar bûne.

Niştecihên Cihû ji êvara 12’ê Nîsanê û vir ve êrîşên xwe yên li ser Filistîniyan li gelek nuqteyên Şerîeya Rojava zêde kirine.

Niştecihên ne qanûnî êrîşî gund û bajarokên Filistînê bi taybetî gundê Mugayir kirin û gelek wesayît şewitandin.

Nêzîkî 700 hezar niştecihên cihû li Şerîeya Rojava û rojhilatê Qudsê dijîn.

Li gorî hiqûqa navneteweyî, li Şerîa Rojava û rojhilatê Qudsê cih û warên cihûyan neqanûnî tên dîtin.

Back to top button