HPG’ê nasnameya du gerîlayan eşker kir

Navenda ragihandin û Çapemeniya HPG’ê nasnameya du gerîlayên li Zapê Şehîd bûne eşker kir.
HPG’ê got,”Hevrêyên me Bêrîtan û Garzan bi hesasiyeta xwedîderketina li wezîfeyên xwe yên demê li nava hevrêyên xwe bûn cihê hurmetê û fedaiyên mînak ên Apoyî.
Em soz didin ku armanc û xeyalên wan di Kurdistaneke azad de bidin jiyîn.

Navenda ragihandin û Çapemeniya HPG’ê bi daxuyniyekê nasnameya du gerîlayên li Zapê Şehîd bûne eşker kir.

HPG’ê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û têkildarî têkoşîna şehîdan de wiha got:

Hevrêyên me Bêrîtan û Garzan milîtanên fedekar ên pêvajoya zehmet bûn.

Li herêmên Avaşîn, Zap, Metîna û Heftanînê ku dijmin bi dijwarî êrîş dibir ser, bi tempoyeke têkoşînê bi salan şer kirin û bersiva êrîşên qirkirinê yên dijmin dan.

Her tim di çeperên herî pêş ên têkoşînê de cih girtin.

Bi hesasiyeta xwedî derketina li wezîfeyên xwe yên demê rêzdariya hemû hevrêyên xwe qezenc kirin û bûn fedayiyên Apoyî yên mînak.

Têkildarî kestayet û têkoşîna Şehîd Bêrîtan jî HPG’ê ev nirxandin kir:

Hevrêya me Bêrîtan li Êlihê di nava malbateke welatparêz de ji dayik dibe.

Sala 2014’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Bi lêhêrbûnên xwe pîvanên milîtaniya jinê di kesayeta xwe temsîl kir.

Weke gerîlayeke YJA Starê ya pispor perwerdeyên xwe qedand.

Di gelek çalakiyên li dijî êrîşên dijmin hatin lidarxistin de, cih girt.

Bi perwerdeyên ku dîtî, ji bo weke gerîlayeke PAJK’ê bibe xwediyê kesayet, sekin û pratîkeke li gorî mîsyona xwe ya pêşengiya şoreşê, kedeke girîng da.

Weke hevrêyên wê em careke din soz didin ku em ê xeyala hevrê Bêrîtan a jiyana azad pêk bînin.

Agahiyên derbarê nasnameya her du şehîdan wiha ye:

Nasnav: Bêrîtan Şemsê
Nav û Paşnav: Zeynep Yakût
Cihê Jidayikbûnê: Êlih
Navê Dayik : Nîhan
Navê Bav: Abdûlkerîm
Cih û Dîroka Şehadetê: 9’ê Adara 2024’an/Zap

Nasnav: Garzan Tolhildan
Nav û Paşnav: Garzan Şêx
Cihê Jidayikbûnê: Kobanê
Navê Dayik : Ayşe
Navê Bav: Muhammed
Cih û Dîroka Şehadetê: 9’ê Adara 2024’an/Zap

Back to top button