Têkildarî aloziya Sûriyê û destwerdanên derve bi taybetî ya Tirkiyê Erdnîgarînasê Siyasî yê Zanîngeha Lyon-2 a Fransayê û Wezîfedarê Lêkolînê ya Enstîtuya Thînk-Thank a Washîngton, Pisporê Sûriyê Prof.Fabrîce Balanche nirxandin kir.
Balanche diyar kir ku dewleta Tirk li Rojavayê Kurdistanê paqijiya etnîk dike û got:
Dixwaze Sûriyê parçe bike çawa Komara Bakurê Qibrisê ava kir dixwaze ‘Komara Bakurê Sûriyê’ jî ava bike û bi xwe ve girê bide.
Têkildarî aloziya Sûriyê û destwerdanên derve bi taybetî ya Tirkiyê Erdnîgarînasê Siyasî yê Zanîngeha Lyon-2 a Fransayê û Wezîfedarê Lêkolînê ya Enstîtuya Thînk-Thank a Washîngton, Pisporê Sûriyê Prof. Fabrîce Balanche nirxandin kir.
Pisporê Sûriyê Prof. Fabrîce Balanche diyar kir ku ji ber destwerdana hêzên derve aloziya Sûriyê dirêj kir û wiha dewam kir:
“Yek ji aktorên esas ên hilweşîna li Sûriyê dewleta Tirk e.
Tirkiye dixwaze herêma Kurdan a li Sûriyê ji holê rake.
Ev polîtîkaya wî pir eşkere ye.
Stratejiya wê ya niha jî serweriya xwe ya li ser bajarên mîna Amûdê, Dirbesiyê û Qamişlo berfireh bike.”
Prof.Fabrîco Balanche: Tirkiyê dixwaze Sûriyê parçe bike û komara Bakurê Sûriyê ava bike
Pisporê Sûriyê Prof. Fabrîce Balanche di nava axaftina xwe de Tirkiyê bi xerakirina binesaziya Sûriyê û jêderên jiyanî tohmetbar kir û ev tişt anî ziman:
“Tirkiye binesaziyên sivîl ên mîna elektrîk û petrolê bombebaran dike û dixwaze li Rojava krîza ekonomîk ava bike û bi vî rengî gelê herêmê neçarî koçê bike.
Armanca sereke ya Tirkiyê li şûna kurdan Ereb û Tirkmên li Îdlibê bi cî bike û paqijiya etnîk pêk bike.
Çawa Komara Bakurê Qibrisê ava kir dixwaze ‘Komara Bakurê Sûriyê’ jî ava bike û bi xwe ve girê bide.”
Her wiha Pisporê Sûriyê Prof. Fabrîce Balanche bal kişand ser DAIŞ’ê û wiha axaftina xwe bi dawî kir:
Prof.Fabrîco Balanche: Hêjî DAIŞ li herêmê gefeke cidî ye
Tevî têkçûna leşkerî ya 2019’an jî hê jî li herêmê hebûna xwe didomîne.
Her wiha bi hezaran cîhadî di girtîgehên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne.
Nediyarbûna rewşa wan didome.
DAIŞ hê jî li herêmê weke tehdîdekê ye.
Nêzîkî 15 hezar endamên DAIŞ’ê yên ku di navbera Iraq û Sûriyê hebûna xwe didomînin û êrişî QSD’ê û leşkerên rejîmê dikin, hene.
DAIŞ çeteyên nû perwerde dike. Ne tenê yên ji derve tên, ciwanên Sûrî û Iraqî jî beşdarî çeteyên DAIŞ’ê dibin.