Şêniyên Efrîn-Şehbayê: Dewleta Tirk a faşîst nikare îradeya me bişkîne

Şêniyên Kantona Efrîn-Şehbayê diyar kirin ku wan li hemberî êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker xeta berxwedanê hilbijartine û gotin:
“Tu kes nikare me ji xaka me dûr bixe. Em ê bi berxwedana xwe vegerê misoger bikin.

Meryem Omer diyar kir ku dewleta tirk a dagirker bi hovîtiya xwe nikaribe îradeya gelê Efrîn û Şehbayê bişkîne û got:

“Em tu carî teslîmkariyê qebûl nakin.”

Neda El Ehmed jî anî ziman ku ew ê bi yekitiya gelan dagirkeriyê têk bibin û got:

“Bila dagirker baş zanibin ku ji bilî têkoşînê em rêyekî din napijrinin.”

Cîgerxwîn Şêxo jî destnîşan kir ku ew ê bi berxwedanê vegera xwe ya Efrînê mîsoger bikin û got:

“Dewleta Tirk bi êrîşên xwe dixwaze pirojeya Rêveberiya Xweser û biratiya gelan têk bibe û gelê Efrînê dûrî Efrînê bixe.

Li hember vê yekê jî gelê Efrînê berxwedaniya xwe berdewam dikin.

Li kêleka êrişên rojane hikumeta Şamê ambargo li ser me dimeşîne.

Kes nikare me ji xaka me dûr bixe.”

Şêniyên Şehbayê û Koçberên Efrînê tecrîd şermezar kirin

Back to top button