Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik anî ziman ku PDK’ê ji dewleta Tirk re gotiye, eger YNK tevlî şerê li dijî PKK’ê nebe wê nikaribe encameke şênber bi dest bixe û got:”PDK dewleta Tirk teşwîq dike ku zextê li YNK’ê bike.”
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik jî ANF’ê re axivî û derbarê mijarên rojevê de nirxandin kir.
Cemîl Bayik di destpêka nirxandinê xwe de îşaret bi berxwedana Rêber Apo kir û got:
“Berxwedana Îmraliyê, pêşveçûna kampanyaya navneteweyî ya li dijî tecrîda li ser Rêber Apo û şerê gerîla yê li dijî artêşa Tirk, bû bingeha serkeftinên hilbijartinên xwecihî yên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê.”
Cemîl Bayik: Pêwîste Iraq bi planê Tirkan neyê xapandin
Cemîl Bayik hişyariya da ku êrişên dewleta Tirk dê di siberojê de zêde bibin û bi vî awayî balkişand operasyonên Tirkiyê ya li ser Başûrê Kurdistanê.
Her wiha li ser polîtîkayên wê yên li ser Iraqê jî wiha nirxand:
“Dewleta Tirk a qirker dixwaze bi îmzekirina gelek peymanan li gel Iraqê, vê dewletê bike hevkarê xwe yê şerê li dijî PKK’ê.
Pêwîst e Iraq bi vê planê nexape û nekeve nav lîstikeke wiha.
Eger na, dê rewatiyê bide êrişên dagirkariyê yên dewleta Tirkiyeyê û şeref û heysiyeta Iraqê dê darbeyeke mezin bixwe.”
Li aliyê din Cemîl Bayik bal kişand rola PDK’ê ya di têkiliyên navbera Iraq û Tirkiyê de û got:
“Pêwîst e PDK sazî û bîrokrasiya dewleta Iraqê ji bo dijberiya PKK’ê bi kar neyne û hewl nede ku li ser navê dewleta Iraqê li dijî PKK’ê biryaran wergire.
Her wiha PDK’ê dewleta Tirk teşwîq dike ku zextê li YNK’ê bike”
Cemîl Bayik: Gelê Rojava li hemberî êrîşan li berxwe didin
Cemîl Bayik bal kişand berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûrî ya li hemberî êrîşan û wiha domand:
“Dewleta Tirk dewleteke dagirker e û hin deverên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dagir kirine.
Hemû serxan û jêrxana jiyan û aboriya rojavayê Kurdistanê bombebaran dike û dixwaze Rojava bîne ser çokan.
Li hember vê yekê jî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû bi yek dilî û bi yek baweriyê bi awayekî berdewam li ber xwe didin.”
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik herî dawî bang li gele kurd û azadîxwazan kir ku bi taybetî PDK’ê li dijî hemû kesên ku ji dijminên Kurdan re nokeriyê dikin helwestê wergirin û rexne bikin.