Şêniyên Kantona Efrîn û Şehbayê tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kirin û gotin ew ê li hember pergala tecrîdê ya li Îmraliyê bê deng nemînin û têkoşînê xwe xurt bikin.
Jinên Koçberên Efrîn û Şehba tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.
Dayîka Werdê Şêxo bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember bangewaziyên gelan ku Rêber Apo azad bibe, şermezar kir û got:
“Bi girankirina tecrîdê û îşkenceya li ser Rêberê me, em bê deng namînin û dê têkoşînê bi rêya şopandina fikrên Rêbertî û belavkirina wan, mezin bikin.”
Dayika bi navê Zeyneb Osman jî tecrîda li ser Rêber Apo şermenzar kir û ev tişt got:
“Em ê bi têkoşîna xwe azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.”
Her wiha Heyat Îbrahîm a ji Efrînê jî diyar kir ku ew amade ne di oxira felsefeya neteweya demokratîk a Rêber Apo de fedakariyan bikin, ji ber ku wê felsefeyê jiyana wan ji nû ve zindî kir.