Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê KCDK-E’yê bang li her kesî kir ku beşdarî çalakiya 15’ê Nîsanê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bibin û got:
Weke KCDK-E em bang li her kesî dikin ku di azadiya Rêber Apo de bicivin.Em stratejiya hînkirina jiyaneke bêyî Rêber Apo red dikin.”
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê KCDK-E ji bo çalakiya li ber Konseya Ewrupa û CPT’yê daxuyaniyek weşand.
KCDK-E di daxuyaniya xwe de wiha got:
“Dewleta Tirk a faşîst mêtinger û hêzên komploger ên bi bêdengiyê piştgiriya wê dikin, 25 sal in li dijî Rêber Apo, gelê Kurd û têkoşîna azadiyê êrîşa qirkirinê dimeşînin.
Azadiya Rêber Apo ji bo me bûye armanca me ya bingehîn a jiyanê.”
KCDK-E bi domdarî got:
“Rêber Apo navê berxwedana dîrokî ya li dijî peymana Lozanê ye ku bi wê yekê xwestin Kurdan bi sedan salan dîl bigirin, qir bikin û Kurdistan parçe kirin.
Bi armanca têkbirina dewleta Tirk a qirker û pûçkirina hêzên komploger ên navneteweyî di 15’ê Nîsanê de wê li Strasboûrgê mîtîng bê lidarxistin. Ji bo vê mîtîngê em seferber bibin.”
KCDK-E: Em stratejiya hînkirina jiyaneke bêyî Rêber Apo red dikin
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê KCDK-E herî dawî bang gelê kurd kir û got:
“Divê gelê me yê fedakar û dostên me bi ruhê seferberiyê beşdarî vê çalakiyê girseyî bibin.
Weke KCDK-E em bang li her kesî dikin ku di azadiya Rêber Apo de bicivin.
Em stratejiya hînkirina jiyaneke bêyî Rêber Apo red dikin.
Em azadiya Rêber Apo dikin navenda kar û jiyana xwe û li ser vê bingehê bang li her kesî dikin ku 15’ê Nîsanê bi hezaran kesî xwedî li vê armancê derkevin.”