Gerîlayên azadiya Kurdistanê li Zapê li dijî artêşa Tirk a dagirkeran çalakî lidarxistin.
Di encamê de leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin û mobesseyek jî hate îmhakirin.
Li gorî ajansa Rojnewsê di danê êvarê de jî balafirên dewleta Tirk a dagirker gundên Belave û Guherzê yên Herêma Metînayê ku dikeve ser parêzgeha Duhokê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.
Derbarê zerer û ziyanan êrişê de agahî nehatin bidestxistin.