Şerê hêzên Şamê û çeteyan: 2 kes hatin kuştin

Li gundewarê bakurê parêzgeha Laziqiyê hêzên hikumeta Şamê û çete bi hevketin.
Di encama şer de 2 kes hatin kuştin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), çeteyên koma “Fetih El Mubîn” li gundewarê bakurê parêzgeha Laziqiyê êrişî hêzên hikumeta Şamê kir.

Navendê diyar kir ku di êrişê de efserekî hikumeta Şamê hat kuştin.

Hate ragihand ku li devera Sehil El Xab ê gundewarê parêzgeha Hemayê di êrişa hêzên Şamê de çeteyekî “Heyet Tehrîr El Şam” hat kuştin.

Li gorî daneyên Navendê ji destpêka îsal ve, di 149 êrişan de 178 kes hatin kuştin û zêdekirî 133 kes birîndar bûne.

Back to top button