173 rojin agahî li ser rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Rojnamevan Silêman Ehmed ku 173 rojin ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin.
Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin.

Ji rojnamevan Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 173 rojin agahî nayê girtin.

PDK’ê rê nade ne parêzer ne jî malbat kesek hevdîtinê li gel bike.

PDK ji ewlehî û jiyana Silêman Ehmed berpirse.

parêzerên Silêman Ehmed, Nerîman Ehmed di daxuyaniyek de got:

“Ji dema revandina Silêman Ehmed ve, me hewl da ku em wî bibînin û dosyeya wî bixwînin, me serdana Asayîşa Giştî ya Duhokê kir.

Di destpêkê de bi hinceta ku ne li wê derê ye, em asteng kirin.

Tevî ku me piştrast kir ew li wê derê ye û agahiyên li ser cihê wî di nav Asayîşa Duhokê de hene, lê piştre wan gotin ku ew li jêr lêkolînê de ye û nayê dîtin.”

172 rojin agahî ji Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button