Nûnera Amerîka li Nîjerê bi rêveberiya cûnta leşkerî re civiya

Cîgira Wezîrê Karê Derve yê Amerîka Victoria Nuland li Nîjerê bû.
Nuland bi lîderên cûnta leşkerî re civînek rûbirû pêk anî, lê di civînê de di encam derneket.

Cîgira Wezîrê Karê Derve ya DYA Victoria Nuland bi nûnerên payebilind ên rêveberiya cûntaya leşkerî ya li Nîjerê re hevdîtin kir.

Hat diyarkirin ku Serokê Sererkaniyê Mûsa Salao Barmoû û 3 rêveberên payebilind ên rêveberiya derbeyê beşdarî civînê bûn.

Nuland a dîplomateke payebilind a Amerîkayê ye ji rojnamevanan re got;

Civîn “gelek vekirî û carinan jî dijwar bû”.

Di hevdîtinê de pêşketin ne hêsan e.

Rêveberiya cûntayê di derbarê ku dixwaze çawa pêş bikeve de xwedî fikreke pir sabit e û ev yek bi Destûra Bingehîn a Nîjerê re ne li hev e.”

Nulandê di hevdîtinê de diyar kir Nîjer li ber îdiayên ku Rûsya ji koma çeteyên Wagner alîkarî xwestiye Nîjer hişyarî da û got,

“Yên ku li vir serî li vê rêbazê dane, xetereyên li ser serweriya xwe baş dizanin.”

Nuland diyar kir ku wê bi Serokomarê girtî Muhammed Bazoum û lîderê rêveberiya derbeyê Ebdorehaman Tiani re hevdîtin pêk neaniye.

Lîderên ECOWAS wê li Nîjerya bicivin

Her wiha, Yekîtiya Aborî ya Rojavayê Afrîkayê (ECOWAS) jî amadekariyên pêkanîna civîneke din li paytexta Nîjerya Abuja dikin.

Lamîne Zeîm bo serokowezîrê Nêjerê

Di vê navberê de, şevê din cûntaya leşkerî aborînas Elî Mahaman Lamîne Zeîme weke serokwezîrê nû erkdar kir.

Elî Mahaman bi salan di kabîneya Serokomarê berê Mamadou Tandja ku 2010’an bi derbeya leşkerî ji erk hatibû dûrxistin, Wezîrê Aborî û Darayî bû.

Li gorî nûçeyên di çapemeniya Nîjerê de cih digirin, herî dawî li Banka Afrîkayê ya li Çadê de wekî aborînas kar dikir.

Li welatê Afrîkaya Rojava Nîjerê, 26’ê Tîrmehê artêşê bi darbeyekê deshilatiya welat bidest xist.

General Ebdorehmane Tianî bo serokê nû yê welat û saziyên destûrî betal kir.

ECOWAS hişyarî da cûnta leşkerî ku eger Serokomar Bazûm neyê berdan û li erka xwe venegere, ew ê destwerdana leşkerî jî dinav de gelek tevdîran bigrin.

Dema ECOWAS dayî darbekarên Nîjerê bidawî bû

Back to top button