Li Germiyan kuştina Xwanas hat şermezarkirin

Li Germiyan kuştina Xwanas Wirya hat şermezarkirin.
Çalakvanan ji ber bûyerê hikûmetê sûcdar dibînin.

Li navçeya Kelarê, kuştina ciwanê binavê Xwanas Wirya hat şermezarkirin.

Çalakî li Parka Leyla Qasim ya navçeyê pêk hat.

Têkildarî mijarê li ser navê çalakvanan Dijwar Rêbwar axivî daxuyaniyek da.

Dijwar Rêbwar got:

“Kuştina Xwanas cihê şermê ye.

Jiyana welatiyan û kesên azadîxwaz yên li vir ne parastiye.

Li Başrê Kurdistanê hêzên tarî, tundrew û desthilata siyasî hevdu temam dikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin:

Xebat û têkoşîna ji bo azadî, maf, keramet, wekhevî, dadperweriyê didome.

Wê ev xebat her berdewam bike jî.

Back to top button