Ji bo cotkaran dest bi dayîna fatoreyên genim hat kirin

Cotkarên hesekê beriya cejna qurbanê fatoreyên xwe yê genim girtin
Nivîsgeha Dirav û Peredanê ya Hesekê li 8 navendan dest bi dayîna fatoreyan cotkaran kir.

Nivîsgeha Dirav û Peredanê ya Navendî li 8 navendan dest bi dayîna fatoriyan kir.

Ev navend li Qamişlo, Hesekê, Dêrik, Reqa, Tebqa, Minbic, Kobanê û Dêrazorê ye.

Nivîsgeha Hesekê jî dest bi dayîna fatoriyên genim kir.

Desteya Malî li gorî nirxê ku ji bo her kîloyekê diyar kiriye bi rêya vê nivîsgehê, hewl dide ku fatoriyên genim bide cotkaran .

Xebatên dayîna pereyan li gorî lîste û fatoriyan dimeşin.

Cotkaran xebatên dayîna fatoreyan bi erênî nirxandin

û diyar kirin ku nirxê Rêveberiya Xweser ji bo kirîna genim daniye adil e.

Back to top button