Besê Erzîncan li ser artêşbûna jin ji ANF’ê re axivî

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan derbarê artêşbûna jin ya ku ketiye sala xwe ya 30’emîn got, “Îro artêşa me ya jin di şexsê YJA Starê de gihiştiye asteke bilind. Bi pêşengiya gerîlayên YJA STAR’ê li Zap û Avaşînê berxwedaneke mezin tê kirin.”

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan, li ser artêşa jinê ya ku ketiye sala xwe ya 30’emîn ji ANF’ê re nivîsand.

“Artêşa jin di şexsê YJA Starê de gihiştiye asteke bilind”

“Em ê bi bilindkirina keda xwe û kûrkirina xebata xwe ya azadiyê tola hemû şehîdên xwe hilînin.

Layîqbûna bîranînên wan encax bi pêşengtiyeke bi bandor, çalak û serkeftî, xebat û xizmetkirina ji bo gelê me dikare pêk were.

Bingeha artêşbûna jinê ji aliyê Rêbertiya me, şehîdên me yên jin û hemû jinên ku li ser esasê fikrên azadiya jinê ked dane û li ber xwe didin hatiye danîn.

Ez hevalên me yên di vî şerî de birîndar bûne û bûne gazî jî bi rêzdarî silav dikim.

Em careke din spasiya Rêber Apo dikin ku rêya azadiyê vekiriye.

Di vî warî de em her tim deyndarê Rêbertiya xwe ne û soza xwe dubare dikin ku em ê bi hemû hêza xwe bixebitin da ku em layîqî Rêbertî bin.

Em salvegera 30’emîn a artêşbûna jinê ya ku Rêbertiya me pêşengtî jê re kiriye û pêş xistiye, pîroz dikin.

Em artêşbûna jinan li mirovayetî û jinan pîroz dikin.

Besê Erzîncan: YJA Star çavkaniya berxwedan û azadiyê ye

“Rêbertiya me bi jinan re hevaltiyek xurt ava kiriye û tovê jiyana azad, têkoşîn û berxwedanê reşandiye.

Têkiliya di navbera Rêbertî û jinê de li ser esasê hezkirin û baweriyeke mezin pêş ket û mezin bû.

Rêbertiya me ji bo jin azad bibe û di hemû qadên jiyanê de bibe muxatab, kedeke mezin daye.

Artêşa jinê dibe qadeke ku jiyana nû û azad ji nû ve şîn dibe û hevaltiya jin û mêr bi awayekî herî sade û jidil tê pêşxistin.

Artêşa me ya gerîla ya jin a di bin navê YJA Starê de hatiye avakirin, hê jî şahdamara tevgera me ya azadiya jinê, çavkaniya berxwedan û azadiyê ye.”

Besê Erzîncan: Jin pêşengiya şoreşa Îranê dikin

Besê Erzincan bal kişand ser rewaş li Îranê jî û wiha domand:

“Jin pêşengiya şoreşa Rojhilatê Kurdistan û Îranê dikin.

Jinên Kurd di van serhildanan de rola pêşeng dilîzin.

Li Rojhilatê Kurdistanê divê jin û gelê me xwe birêxistinbikin û xweparastinê xurt bikin.

Girîng e jinên Rojhilata Navîn û cîhanê bi her awayî piştgiriyê bidin û beşdarî vê têkoşînê bibin.”

Erzincan nisîva xwe wiha bi dawî kir:

“Werin em vê dem û şansê rizgariya di dîroka azadiya jinê de rast û baş binirxînin.

Em berxwedan, welatparêzî, azadî, demokrasî, edalet û wekheviyê geş bikin û sedsala 21’emîn bikin sedsala azadiya jinê.”

Back to top button