Dayikên Aştiyê yên Silêmaniyê peyamek pêşkêşî Nûnertiya Parlementoya Iraqê kirin û tê de daxwaza rawestandina êrişên Tirkiyê kirin.
Şarezayê Yasayên Navdewletî Ehmed Wertî û şêniyên Silêmaniyê jî bertek nîşanî êrişan dan û piştgiriya xwe bi gerîla re anîn ziman.
Dayikên Aştiyê yên Silêmaniyê der barê êrişên li ser Şengalê û Başûrê Kurdistanê de, nameyek ji Nûnertiya Parlementoya Iraqê re şandin.
Dayikan di nameya xwe de ev daxwaz ji parlamentoya Iraqê kirin:
- Bila hêzên serdest, NY û rêxistinên mafên mirov li dijî êrişên Tirkiyê helwestek bi lez nîşan bidin.
- Bila serokkomarê Iraqê, serokwezîr û serokatiya parlementoya Iraqê jî bêdengiya xwe derkevin.
Li ser vê Parlementerê Fraksiyona Komela Dadgerî ya li Parlementoya Iraqê Soran Omer ji çapemeniyê re axivî û got:
“Em ê vê daxwaznameya dayîkan bigihînin aliyên peywendîdar.
Em jî piştgiriyê didin daxwazên dayîkan. Ev daxwaz rewa ye.”
Ehmed Wertî: Bêdengî dihêle ku Tirkiyê serweriya Iraqê binpê bike
Şarezayê Yasayên Navdewletî Ehmed Wertî jî dibêje ji ber bêdengiya hikumetên Iraq û Başûrê Kurdistanê, dewleta Tirk serweriya Iraq û Başûr binpê dike.
Welatiyên Silêmaniyê êrişên Tirkiyê şermezar kirin
Şêniyên Silêmaniyê jî hevkariya PDK’ê ya li gel dewleta Tirk şermezar kirin.
Şêniyan hêviya serkeftinê ji gerîla re xwestin û tekez kirin ”Divê hemû gelê Kurd li dijî dagirkeriya dewleta Tirk rabe û gerîla bi tenê nehêle.”



