Ramî Ebdulrehman: Bicihkirina bi zorê dişibe baregehên girtinê

Di komxebata diyalogê ya navneteweyî de gelek kesayetên naskirî û bi bandor axaftin gotin. Rêveberê çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdulrehman got ku bicihkirina koçberan bizorê, mîna baregehên girtinê ye. Her wiha rêvebera Lêkolînên Aştiyê ya Peymangeha Aştiyê ya Kurdî-Amerîka Megun Judth da zanîn ku dagirkirina kantona Efrînê ji hêla dewleta Tirk ve derqanûnî ye.

Di rûniştina duyemn a Komxebata Diyalogê ya Navneteweyî beşdaran li ser xeteriya projeya dewleta Tirk a bicihkirina penaberên sûrî li herêmên dagirkirî axivîn.

Di wê derbarê de rêveberê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê Ramî Ebdurehman axivî û bal kişand ser guhartina demografî ku niha li Efrîna dagirkirî pêk tê, kir û wiha got:

“Li gorî NY’yê qirkirina etnîkî, rakirina komeke diyar bi rêya rêbazên tund û bicihkirina hinên din li şûna wan e. Efrînê têkildarî pêkhateyan, herêmeke hevseng bû. Niha pêkhateya sunne kontrol e.”

Ebdurehman îşaret bi bicihkirina bizorê ya dişibe baregehên girtinê kir û wiha got:

“Gotinên berpirsên tirkan îsbat dike ku qirkirina etnîkî bi mebest bû.

Li gorî îdiayên wan armanc ji êrişên li dijî Efrînê ew bû ku welatiyên resen li Efrînê bi cih bikin.

Ev gotin rastiyan berovajî dikin. Li gorî NY’yê neçarkirina bi rêya rêbazên tund û girtina sivîlan dişibe baregehên girtina sivîlan.”

Divê em girîngiyê bidin çapemeniyê da ku siyasetên Erdogan eşkere bikin. Proje, projeya guhartina demografî ye.”

Her wiha rêvebera Lêkolînên Aştiyê ya Peymangeha Aştiyê ya Kurdî-Amerîka Megun Judth da zanîn ku dagirkirina Efrînê ji hêla dewleta Tirk ve derqanûnî ye û wiha got: “Dewleta Tirk bi awayekî derqanûnî dagir kir. Dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî gelê Kurd û pêkhateyên li Efrînê qirkirina etnîkî mezhebî pêk anîn.”

Tiştê li Efrînê dibe sûcên şer derbas kir û êdî bû dozeke mirovî.

Bi rêya belgekirina wan sûcan em dikarin kesên jiyana xwe ji dest dane xelat bikin.

Gerek çete werin darizandin, her wiha bepirsên ew sûcên plan kirin werin darizandin, dewleta Tirk ne di ser qanûnê re ye.”

 

Back to top button