Rêveberiya Xweseriya Demokratîk depoyên Dêra Zorê sererast dike

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo ku ewlehiya xwarinê peyda bike û piştgiriya çandiniyê bike, dest bi projeya sererastkirina depoyên Bêtûniyê yên li Kantona Dêra Zorê kir.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Dêra Zorê dest bi xebatên sererastkirina depoyan kir ku kapasîteya wan 150 hezar ton e.

Ji vê yekê armanc dike piştgiriya binesaziya çandiniyê bike.

Çavdêrê giştî yê Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê ya Dêrazorê Remadan El Elî têkildarî mijarê got:

“Di çarçoveya pêkanîna encamên Kongreya Xurtkirina Ewlehiyê de me dest bi vê projeyê kir.

Ji lew re me di 5`ê Çileya îsal de dest bi xebatên sererastkirina depoyan kir.”

El Elî wiha domand: “Em dixwazin bar li ser şêniyan sivik bikin, ji ber wê hewldan hene ku xebat beriya havînê bi dawî bibin.”

Çaverê ye Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê xebatên sererastkirinê beriya mewsima çandiniyê ya havînê wê bi dawî bike.

Back to top button