Li dijî Krîmînalkirina Kurdan li Swêdê meşek hat lidarxistin

Kurdan û dostên wan li Stockholmê banga rakirina tecrîda li ser Rêber Apo û bidawîkirina nêzîkatiya krîmînal a li dijî sazî û gelê Kurd kirin.
Li aliyekî din jî li bajarê Torîno yê Îtalyayê ji bo azadiya Rêber Apo stant hate danîn û belavok hatin belavkirin.

Dewleta Tirk a dagirker tecrîdeke mutleq li ser Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne.

Bi sedan Kurdistanî û dostên xwe ji çar aliyên Swêdê berê xwe dan paytext Stockholmê û li ber polîtîkayên krîmînalkirina sazî û gelê Kurd ên du salên dawî û rejîma qirker a li Îmraliyê rabûn.

Di mîtîng nûnerên saziyan ji girseya gel re axivîn.

Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Menîce Yîgît Yildirim û Ahmet Kaya piştgirî dan çalakiyê.

Hevserokan bangeke bi vî rengî li hikumeta Swêdê kirin:

“Dest ji polîtîkaya xwe ya derxistina mirovan a ji kar û girtina hesabê wan berdin.”

Nivîskar û rojnamevanê Kurd Kurdo Baksî jî diyar kir ku eger Swêd û welatên din îro xwe ewle dibînin divê spasiya Kurdan bikin.

Di çalakiyê de di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî , ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ bi sedan belavok hatin belavkirin.

Di belavokan de hate xwestin, Swêd li şûna ku Kurdan û saziyên Kurdan krîmîna lîze bike, divê daxwaza berdana Rênber Apo bike û piştgiriyê bide pêvajoya hevdîtinan.

Ji bo azadiya Rêber Apo li torînoyê stant hate danîn

Li bajarê Torîno yê Îtalyayê jî ji bo azadiya Rêber Apo stant hate danîn.

Çalakî bi pêşengiya Înîsiyatîfa Defend Rojava ve hate lidarxistin û li kolana Vîa Roma stant hate danîn.

Di çalakiyê de têkildarî têkoşîna Rêber Apo a 25 salan a li hemberî rejîma qirker a Îmraliyê belavok hatin belavkirin.

Back to top button