Çalakîya Nobeta Edaletê derbasî qonaxek nû dibe

Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan wê derbasî qonaxeke nû bibe.
Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Eylem Bîrtane diyar kir ku li ser daxwaza malbatan wê ew çalakî veghezê qonagek nû û got:
“Wê ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan têkoşîn bidome.”

Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan li gelek bajaran bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka kurd dane destpêkirin derbasî qonaxeke nû bû.

Tê payîn ku bernameya têkildarî çalakiya nobetê ya li Amed, Wan, Êlih, Edene, Mêrsîn, Stenbol û Îzmîrê di rojên pêşiya me de berdewam bike.

“Tecrîd êdî ji pirsgirêkeke polîtîk derketiye û veguheriye pirsgirêkeke mirovî”

Hevseroka Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) Eylem Bîrtane, têkildarî çalakiya nobeta edaletê axivî.

Eylem Bîrtane balkişand ser giranîya tecrîda li dijî Rêber Apo ya ku li îmralîyê tê meşandin û got:

“Tecrîd êdî ji pirsgirêkeke polîtîk derketiye û veguheriye pirsgirêkeke mirovî û wijdanî.

Di 27’ê mijdarê de li girtîgehan berxwedana greva birçîbûnê dest pê kir.

Pişt re ji aliyê dayikan ve çalakiya nobeta edaletê dest pê kir. Meşa azadiyê pêk hat.”

Eylem Bîrtane: Dema amadekariyên me temam bibin emê daxuanîyê derbarê çalakîyê bidin

Eylam Bîrtane eşkera kir ku pêdivî hebû ku em çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin û wiha berdewam kir:

“Em bi dayikên di Nobeta Edaletê de axivîn û pêşniyarên wan girtin ku dixwazin çalakiyeke çawa bidin destpêkirin.

Di çarçoveya vê yekê de em jî dê derbasî qonaxeke nû bibin.

Xebatên me yên di vê astê de didomin.

Ji bo azadiya fîzîkî birêz Ocalan wê têkoşîn bidome.

Dema amadekariyên me temam bûn, em ê têkildarî çalakiya xwe daxuyaniyê bidin.”

Eylem Bîrtane di dawîyê de bang li partiyên siyasî kir xwedî li çalakîyê derkevin û got:

“Divê ewilî jin û ciwan xwedî lê derkevin.

Em dixwazin hemû partiyên siyasî û sazî bi hestiyarî nêzîk bibin û xwedî li çalakiya me derkevin.”

Back to top button