Komîteya Aborî ya Kantona Dêra Zorê ji bo pêşxistina xebatên pîşesazî û pêşxistina cûreyê hilberînê alîkarî ji bo 235 kargehên pîşesazî pêşkêş kirin.
Bi vî awayî jî derfetên kar ji bo hezar û 500 malbatên kantonê tên peydakirin
Hevseroka Gerînendetiya Pîşesaziyê ya kantona Dêra Zorê Fatme El Şêx derbarê mijarê de axivî û got:
“Gerînendetî gerên xwe yên rotîn pêk tîne da ku pêdivî û zehmetiyên kargehên pîşesazî yên belgekirî nas bike û ji wan re çareseriyan peyda bike.”
Di herêmê de 10 kargehên girêdayî aboriya civakî ku kelûpelên wek dermanên paqijiyê, tûrên naylon, hesin û şîraniyê berhem didin.”
Fatme El Şêx di dawiya axavtina xwe de teqezî bi girîngiya pêşkêşkirina alîkariyê ji bo kargehên pîşesazî û domandina têkiliyê bi aliyên berpirs re ji bo sivikkirina barê şêniyan û pêşxistina aboriyê kir.
Li Dêra Zorê ji bo kar û xwetêrkirinê 3 kargeh hatin vekirin