“Ew mîna navê xwe, jinek şerker, wêrek û delal bû”

Ew jinek wêrek e. Ji bajarê Rewşenbîr, fedayî û qehremanan e. Ew Delal Şoreş e. Pêşenga derba li dijminê dagirker dide ye. Delal Şoreş li dijî bêdengiya xiyanet û hevkariyê rêya fedayitiyê kir ala serkeftinê ji bo xwe. 

Ji bo tola enfalan hilîne.

Ji bo bibe şopdara raperîna gelê xwe.

Û ji bo azadiya jinê berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Ji Silêmaniyê bû Delal Şoreş.

Bi navê xwe yê civakî Peyman bû..

Li bajarê rewşenbiriyê di nava malbateke welatparêz de mezin bû.

Li çiyayên azad navê fermandara nemir Delal li xwe kir.

Wek navê xwe delal bû..

Jineke şerker, wêrek û bedew bû ew.

Li pey şopa Viyanan, Berfînan 2017’an berê xwe da refên azadiyê.

Dema beşdar dibe, birayê wê jî gerîla ye.

Pê dihise ku rêya parçekirina zincîra koletiyê çiyayên azad e.

Piştî perwerdeya xwe ya pêşî di nava Komalên Ciwan de cihê xwe digire.

Ji ber vê timî bang li ciwanan dikir.

Şehîdbûna her hevreyên wê dibe sebeba mezinkirina berxwedanê.

Cihê xwe di êniyên şer ên herî pêş de li Zapê digire.

Bi vîneke mezin li dijî dijmin çalakiyan dike.

heval Delal_lêhûrbûna li ser operasyonê

Li tunelên şer ên li Şikefta Birîndaran, peyama wê hebû ji bo dagirkeriya Tirk.

Weke gerîlayeke pêşeng tola hezarê salan dihilîne ji dijminê xwe.

Ji çêkirina tunelên şer heya amadekirine tîmên bi tevger, di her xebatê de cihê xwe digire.

Dibe yek ji gerîlayên ku derba pêşî li dagirkeran dixe.

Back to top button