Ruksan Zagros di berxwedana xwe de bû Zîlan û Bêrîtan

Ruksen Zagros Ji Qamişlo ye, ji bo erka xwe ya şoreşgerî pêkbîne 2014’ê beşdarî nava refên tevgera azadiyê dibe. Ew jinek jîr û delal e. Ew bû şopdarên pêşengên xwe. Di fedayîdîtiyê de bû Zîlan, li dijî xiyanet û nokerêyî bû Bêritan.

Ruksen Zagros ji welatê pêşengê şoreşê li Qamişlo ji dayik bû ye.

Ji ber çand û xwedî nirxên pîroz ên malbatê tevgera azadiyê ji zarokatiyê ve nas dike.

Lewra eleqeyeke wê ya mezin li ser fikir û felsefeya Rêber Apo çêdibe.

Bi destpêkirina Şoreşa Rojava wekî her jineke kurd cihê xwe di şoreşê de digire.

Di çeperên şer ên herî giran de şer dike û rê nade faşîzma dewleta Tirk welatê wê dagir bike.

Li ser fikra şerê gel û şoreşgerî li ser erka xweparastinê 2014’an beşdarî nava refên gerîla dibe.

Li ser perwerdeya standî li herêma Metîna demeke dirêj gerilatiyê dike.

Ruksen, bi aliyê xwe yên kedkar û fedakarî bi rengekî cewherî tevlî nava jiyana gerîla dibe.

Û bi vê fedakariyê di nava jiyana pratikî de jî bi hêzeke xurt tev digere.

Hewldanên wê her di aliyê îdeolojiya Jina Azad naskirin û bi felsefeya Rêber Apo de xwe xurtkirin bû.

Ruksen Zagros ev yek li herêma Zapê weke dîrokeke zayînê di xwe de afirand.

Lewra çawa jê dihate xwestin, wisa tevgeriya..

Bi kesayetiya xwe ya kedkar her li pêş bû.

Ji bo ji rêhavalên xwe re bibe hêz û moral.

Çawa di warê îdeolojîk de jîr û jêhatî bû di warê leşkerî de jî di pêngava Bazên Zagrosê de pêşengek bû.

Rûkên bû ew, li dijî çeteyên serdema nû volkanek ji agir bû.

Bi ruhê jina Apogerî di refên herî pêş yên şer de bû.

Şehîd Ruksen Şiir 2

Di xeta fedayitiyê de Zîlan bû, li dijî teslîmgirtinê û îxanetê Bêrîtan bû.

Li Zapê li dijî neyarên xwînxwar ala jina azad bû.

Back to top button