Cewad el Beydanî: Fikrên PKK’ê li gorî pêdiviyên herêmê ne

Lêkoler û dîroknasê ji Iraqê Cewad El Beydanî destnîşan kir ku fikrên PKK’ê li gorî nêrîn û pêdiviyên şêniyên herêmê ne û got:
“PKK’ê li ser Iraq û Sûriyê tu metirsiyê çênake.
Gelek kes ji tevahî herêm û pêkhateyan alîgirên fikrên PKK’ê ne.
Ji ber ku PKK’ê di tecrubeya xwe ya li Sûriyê de nêrînên Abdullah Ocalan pêk anîn, ew tecrube serkeftî ye.
Dewleta Tirk a dagirker plan dike herêmên Irqaê dagir bike û bigihêje Şengalê.”

Dewleta Tirk a dagirker di dema dawîn de tevgera xwe li Iraq û Başûrê Kurdistanê zêde kir.

Di wê çarçoveyê de jî berpirsên parastin, karên derve û îstixbaratê yên dewleta Tirk a dagirker gelek caran serdana Hewlêr û Bexdayê kir.

Dewleta Tirk a dagirker hewl da aliyên Iraqê ber bi şerê li dijî PKK’ê ve bibe.

Lêkoler û dîroknasê Iraqê Dr. Cewad El Beydanî derbarê mijarê de axivî.

Cewad El Beydanî diyar kir ku fikrên PKK’ê li gorî pêdiviyên herêmê ne û got:

“PKK’ê li her çar aliyên Kurdistanê belav bûye û li gorî îdeolojiya Abdullah Ocalan dimeşe ku dibîne herêm êdî bi pergalên neteweyî yan olî nayê birêvebirin.

Bingehên îdeolojîk ên ku PKK’ê danîne bi tevgerên leşkerî nayên rakirin.

Ji ber ku di tecrubeya xwe ya li Sûriyê de nêrînên Abdullah Ocalan pêk anîn, ew tecrube li gorî rewşên dijwar ên herêmê dîsa jî serkeftî ye.”

Cewad El Beydanî: PKK metirsiyê nade Iraq û saziyên wê

El Beydanî anî ziman ku PKK’ê li ser Iraq û Sûriyê tu metirsiyê çênake û wiha domand:

“Saziyên dewleta Iraqê ji bo rizgarkirina Şengalê alîkarî ji PKK’ê xwest.

PKK’ê ji neteweperestiyê derketiye û bûye partiyeke enternasyonal.

Gelek kes ji tevahî herêm û pêkhateyan alîgirên fikrên PKK’ê ne.”

Cewad El Beydanî: Tirkiye plan dike herêmên Iraqê dagir bike

Lêkoler û dîroknasê Iraqê Dr. Cewad El Beydanî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker plan dike herêmên Irqaê dagir bike û got:

“Tirkiyê plan dike bigihêje Şengalê û herêmên di bin kontrola PKK’ê de.

Aliyekî din jî hewl dide artêşa Iraqê bixe şerekî li dijî PKK’ê.

Pêşmergeyan jî ragihand ku ji bo şerekî li dijî PKK’ê tu pirsgirêk li gel wan tune ye.

Lê YNK’ê naxwaze bikeve vî şerî.”

Back to top button