Li bajarê Kobanê dibin berpirsyartiya Meclîsa Jin de dibistanên dayîkên yên hatîn vekirin karê dayîkan gelek baş kiriye. Bi rêka van dibistanan dayîk rehetî dikarin kar bikin. Armancek din a vekirina van dibistanan jî jin beşdarî jiyana kar bibin û zarok di nav jîngeheke tendurist de mezin bibin.
Meclisa Jinan a Kantona Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha gelek kreş û dibistanê dayikê li herêmê vekirine.
Armanca dibistanên dayikê ev e ku alîkarî bidin jinan û wan teşwîqî jiyana kar bikin.
Di warê perwerdehî û psîkolojiyê de bi mamoste û malbatên zarokan re civînên demkî tê lidarxistin.
Berdevka Buroya Parastina Zarokan a Meclisa Jinan a Herêma Firatê Rojîn Hesen, girîngiya karê dibistana dayikê û rola wan di perwerdeyê de nirxand.
Rojîn Hesen, diyarkirin ku ew ji bo zarokan amadekariyên taybet dikin
“Em armanc dikin ku hîn zêdetir krêş û dibistanên dayikê vekin”
Rojîn Hesen diyar kir ku zarok di qonaxên destpêkê yên dibistanê de asteke baş distînin û got:
Ji bo wê armanca me ew e ku di demek nêzîk de bêtir kreş û dibistanê zarokan vekin.
Da ku jin karibin xwe li ser lingan bigrin û serxwebûna aboriya xwe zêde bikin.
Mamosteya beşa Rehabîlîtasyonê Abeer Muhammad jî da zanîn ew çîrok û zimanê Kurdî fêrî zarokan dikin.
Nahîda Hamo, anî ziman ku ew ji baldariya ku kreş û dibistanê dayikê nîşanî zarokan dikin kêfxweş e.