Li Derayê efserekî hikumeta Şamê hate kuştin

Li Derayê Efserekî hikumeta Şamê hatibû revandin.
Piştî 2′ rojan ji revandina wî, li ser rêya Yadude-Xirab El Şehim a Derayê kuştî hat dîtin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku efserekî hikumeta Şamê yê ji bajarê Laziqiyeyê, ji aliyê kesên nenas ve hatiye kuştin.

Cenazeyê wî avêtî li ser rêya Yadude-Xirab El Şehim a Derayê hatiye dîtin.

Efserê kuştî beriya bûyerê bi 2 rojan hatibû revandin.

li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ji destpêka Nîsanê ve li herêma navborî 47 kes hatine kuştin.

Li Derayê mayînek teqiya: 7 zarok mirin

Back to top button