Îsmaîl Heniya: Hemas hîna jî lihevkirinê digere

Di şerê Îsraîl û Hemasê de aliyekî banga agirbestê û aliyekî jî ji hêla Îsraîlê ve amedekariya operasyonê heye.
Her wiha di demên dawî de çarenûsa dîlên di destê Hemasê de di rojeve de ye û metirsiyên Îsraîl û Amerîkayê heye ku piraniya dîl girtiyan miribin.
Rayedarê îstixbarata Amerîkî diyar kir ku dibe ku hinek ji wan girtiyan ji ber bomberdûmana Îsraîlê miribin.

Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye ragihand ku kurên wî yên di êrîşa Îsraîlê ya duh de hatin kuştin, ne endamên Hemasê ne.

Heniyeyê li ser pirsa gelo kuştina kurên wî dê bandorê li danûstandinan bike yan na wiha got:

“Berjewendiyên gelê me yê Filistînê di ser her tiştî re ye. Kur û keçên me parçeyek ji vî gelî û vê pêvajoyê ne.”

Heniye ji ajansa nûçeyan a Reutersê re got:

“Em li lihevkirinê digerin, lê heta niha dijminê siyonîst dereng maye û ji bersivdayîna daxwazên ji bo pêkanîna hewlên pêwîst ji bo lihevkirinê dûr disekine.”

Çarenûsa dîlgirtiyan ên di destê Hemasê de

Hat ragihandin ku rayedarên Amerîka û Îsraîlî di wê baweriyê de ne ku piraniya dîlên ku di destê Hamasê de ne mirine.

Di hevdîtinên agirbestê yên dawiya hefteyê yên li Misirê de, rayedarên Hamasê diyar kirin ku di destê wan de 40 rehîneyên ku krîter ên ku Îsraîl xwestibûn bi cih bînin, tune ne.

Li gorî Hêzên Parastinê yên Îsraîlê, Hamas nêzî 130 dîl girtiye.

Artêşê piştrast kiribû ku 34 ji wan mirine.

Îsraîl û Amerîka: Dibe ku piraniya dîlgirtiyan mirî be

Rojnameya Wall Street Journal (WSJ) ku yek ji rojnameyên sereke yên Amerîkayê ye jî got,

“Li gor texmînên rayedarên Îsraîlî û Amerîkayê dibe ku hejmara miriyan gelek zêdetir be.”

Rayedarê îstixbarata Amerîkî diyar kir ku dibe ku hinek ji wan girtiyan ji ber bomberdûmana Îsraîlê miribin.

Ji aliyê din ve rayedar da zanîn ku di derbarê girtiyan de agahî kêm in û bi giştî ew daneyên ku di destê wan de bûn bi rêya îstixbarata Îsraîlê distînin.

Hevdîtinên bo agirbestê

Her wiha rayedarên Îsraîlî amaje bi wê yekê kirin ku rehîneyên mayî ji alîyê Hamasê ve ku di tunelên binerdê de li Şerîda Xezayê veşartibûn, wek mertalan bikar anîn.

Ji hevdîtinên agirbestê yên ku bi navbeynkariya DYA, Misir û Qeterê hatin kirin, hîn encamek zelal derneketiye.

Di agirbesta ku di 24’ê Mijdarê da hat kirin û hefteyekê dewam kir, 81 girtiyên Îsraîlî û 240 Filistînî bi hev ra serbest hatin berdan.

Îsraîl ji bo gihandina alîkariyan bo Xezayê li Bakur deriyek nû vekir

Back to top button