10’ê Hezîranê wê gelê Başûrê Kurdistanê biçin ser sindoqan

Çav li rêye ku di 10’ê Hezîranê de li Başûrê Kurdistanê hilbijartinên parlamentoya were lidarxistin.
Lewma di vê çarçoveyê de xebatên dawî têne kirin.
Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihand ku piştî meha Remezanê navên namzetên hilbijartinên Parlamentoya tên piştrastkirin.
Lê tevî ku demeke kurt ji bo diyarkirina namzetan re maye lê hete niha jş PDK’ê û çend partiyên din namzetên xwe diyar nekiriye.

Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihand ku piştî meha Remezanê navên namzedên hilbijartinên Parlamentoya Herêma Başûrê Kurdistanê tên piştrastkirin.

Her namzedê ku ji bo namzetiya hilbijartinê neyê qebûlkirin, divê partiya wan di nav du rojan de navê namzedek din ragihîne.

Biryare ku 10’ê Hezîrana îsal hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê bê lidarxistin.

Piştî hilbijartinê wê hejmara kursiyên Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji 111 kursiya dakeve 100 kursiyan.

Piştî piştrastkirina navê namzedan wê kampanya hilbijartinê dest pê bike

Serokê Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê Dadwer Omer Ehmed ji medyaya navxweyî re behsa tedbîrên dawî yên komîsyona pêkanîna Parlamentoya Herêma Kurdistanê kir.

Dadwer Omer Ehmed ragihand, piştî bidawîhatina Cejna Remezanê wê navên namzedan bên piştrastkirin.

Herwiha da zanîn ku piştî erêkirina navên namzedan wê kampanyaya hilbijartinê destpê bike.

Tê pêşbînîkirin ku kampanyaya hilbijartinê zêdetirî mehekê dewam bike.

PDK ji windakirina kursiyên parlementoyê ditirse

Lê tevî ku demeke kurt ji bo diyarkirina namzetên hilbijartinê re maye lê hete niha PDK’ê û çend partiyên din namzetên xwe diyar nekiriye.

Bi vê re diyar dibe ku PDK’e hilbijartinê boykot dike.

Li gorî çavdêrên siyasî PDK’e di vê hilbijartinê de ji windakirina kursiyên xwe yên li parlementoyê ditirse.

Lewma jî tevlîbûna hilbijartinê boykot dike.

Her wiha çavdêrên siyasî diyar dikin ku wê YNK’e di hilbijartinê de serketineke mezin bi dest bixe.

Başûrê Kurdistanê ber bi hilbijartinên parlementoyê ve diçe

Back to top button