Li Xezayê di êrişa Îsraîlê de 7 xebatkarên alîkariyê hatin kuştin

Di êrişa ezmanî ya Îsraîlê a li dijî Xezayê de 7 xebatkarên saziya alîkariyê ya navnetewî hatin kuştin.
Rayedarên Amerîkî û Îsraîlî derbarê operasyona bejahî a li dijî Refahê de hevdîtin kirin.
Hikumeta Îsraîlê jî xwe amade ku weşana kanala El Cezîrê li Xezayê qedexe bike.

Şerê li Xezayê 179 roj li pey xwe hişt û rojane encama şer giran dibe.

Saziya Alîkariyê ya Navnetewî World Central Kitchen ragihand di êrişa ezmanî ya Îsraîlê ya li dijî Xezayê de 7 xebatkarên wan jiyana xwe ji dest dane.

Hat diyar kirin di nava kesên mirine de welatiyên Awustralya, Îngilistan, Îrlanda û Polonya hene.

Saziyê ragihand xebatkarên wan piştî ku 100 ton alîkarî danîne depoyên Deyr El Belah û dema bi du wesayîtan vegeriyanbûn rastî êrişê hatine.

Serokê World Central Kitchen bertek nîşanî êrişê da û diyar kir ev êrişeke li dijî rêxistinên alîkariyê ên mirovîye û nayê qebûlkirin.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku wan derbarê mijarê de lêkolîneke berfireh dane destpêkirin.

Amerîka û Awustralyayê ji Îsraîlê xwestin buyerê lêkolîn bike

Serokwezîrê Awustralyayê Anthony Albanese jî derbarê buyerê de daxuyanî û mirina welatiyekî xwe piştrast kir.

Albanese diyar kir ev trajediyeke mirovî ye ku nayê qebûlkirin û got, “Ji bo hesab ji berpirsyaran bê xwestin me bi Îsraîlê re têkilî danîne.”

Derbarê êrişa Îsraîlê de Qesra Spî ya Amerîkayê jî daxuyanî da.

Berdevkê Konseya Ewlekariyê ya Netewî Adrienne Watson li ser hesabê xwe yê medya dijîtal derbarê mijarê de xemginiya xwe anî ziman û got, “Xebatkarên alîkariya mirovî divê bên parastin. Divê Îsraîl bi lez buyerê lêkolîn bike.”

Îsraîl wê kanala El Cezîre qedexe bike

Parlementoya Îsraîlê bi sedema gefa li ser ewlekariya netewî, El Cezîre jî di navê de qanûna qedexekirina weşana hin kanalên televizyonê erê kir.

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû jî debarê mijarê de daxuyanî da û diyar kir ji bo qedexekirina ofîsa El Cezîrê ew ê bikeve nava tevgerê.

Netanyahû eşkere kir El Cezîre êdî wê li Îsraîlê weşanê neke û weke kanala terorîst bi navkir.

Ji ber ketina rojnamevanên biyanî ya li Xezayê qedexeye tenê nûçegihanên El Cezîreyê ji qada şer agahî radigihandin.

Hat diyar kirin qedexe wê 45 rojan dewam bike û dema bê xwestin wê bê nûkirin.

Amerîka û Îsralê li ser operasyona derbarê Refahê de hevdîtin kirin

Li aliyê din rayedarên Amerîkî û Îsraîlî derbarê operasyona bejahî ku Îsraîl dixwaze li dijî Refahê pêk bîne hevdîtin kirin.

Hat diyarkirin rayedarên Amerîkî diyarkirine operasyona li dijî Refahê wê rê li ber karesateke mirovî veke û ji ber vê yekê wê Îsraîl bi tecrîdeke navnetewî re rû bi rû bimîne û rayedarên Îsraîl hişyar kirine.

Di roja 174. ya şerê li Xezayê de 62 kesên din hatin kuştin

Back to top button