KJK: Divê 4’ê Nîsanê weke roja azadiyê bê pîrozkirin

KJK’ê, PAJK’ê û Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo pîroz kirin.
Di daxuyaniyan de hate diyar kirin azadiya Rêber Apo armanca wan ya bingehîn e û banga mezinkirina têkoşînê li her kesî hate kirin.

Koordînasyona KJK’ê, Koordînasyona PAJK’ê û Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê bi daxuyaniyên cuda 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêber Apo pîroz kirin.

Di serî de Koordînasyona KJK’ê diyar kir Rêber Apo tevî jidayikbûna xwe bi paradîgmaya azadîparêziya jinê, demokratîk û ekolojîk xwe-jinûve afirand û got:

“Li Îmraliyê ku hewl didin dengê wî bibirin û tecrîdê ferz dikin, dengê xwe gihand tevahiya cîhanê, bi milyonan mirov xist ser rêya azadiyê.”

KJK’ê diyar kir têkoşîna azadiyê ku bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir, sedsala 21’ê kir sedsala jinê û wiha dewam kir:

“Jinên ku jidayikbûna Rêber Apo weke jidayikbûna xwe dibînin, pêşengiyê ji pêngava ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ dikin.

Bi vê wesîleyê em bang li jin û ciwanan, tevahiya gelê xwe dikin ku rojbûna Rêberê xwe li Amarayê weke rojeke azadiyê pîroz bikin.

Di 4’ê Nîsanê de em bi hev re pêngava azadiyê ya ji bo Rêber Apo bigihînin asta herî bilind.”

TJK-E: Em ê rojbûna Rêber Apo bi çalakiyên mezin pêşwazî bikin

Tevgera Jinên Kurd ya Ewropayê jî bi daxuyaniya xwe de diyar kir jinên Kurd rojbûna Rêber Apo weke vejîna xwe dibînin û ev tişt got:

Em jin di navbera 3 û 7’ê Nîsanê bi têkoşîn, îrade, coş û bawerîyeke mezin pêşwazî dikin.

Em ê bi mezinkirina têkoşîna xwe, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo teqez pêk bînin.

Back to top button