![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2024/04/HEREM-HILBIJARTIN-PIROZ.jpg)
Şaredariya Gel a Helebê û Meclisa Kongra Star bi daxuyaniyan serkeftina DEM-Partiyê ya di hilbijartinan de pîroz kirin û gotin: “Bi hevgirtina gelê Kurd û kesên azadîxwaz planên Erdoganê faşîst bi bin ketin.”
Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi daxuyaniyekê serkeftina DEM Partiyê di hilbijartinên xwecih de pîroz kir.
Şaredariyê diyar kir ku bi vê serkeftinê, maska li ser rûyê AKP û şirîkên wê yên faşîst, ket.
Şarerdariya Gel ev tişt anî ziman:
“Vîna gelên demokratîk ên şopdarên xeta Rêber Abdullah Ocalan teqez dê biserkeve û ev yek di dîrokê de îsbat bûye.
Serkeftina li Bakurê Kurdistanê hatiye bidestxistin pîroz be.
Em ê bi rihê gelê şoreşger xeta berxwedanê berdewam bikin û xeyalên şehîdên xwe yên leheng pêk bînin.”