CENTCOM: Keştiyên Husiyan hat armanckirin

CENTCOM’ê ragihand ku hêzên wan keştiyek Hûsiyan li Yemenê kiriye hedef û bi temamî hatiye rûxandin.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) li ser hesabê xwe yê X’yê daxuyaniyek weşand.

CENTCOM’ê ragihand ku keştiyeke Hûsiyan li Yemenê hat rûxandin.

Fermandariyê diyar kir ku duh piştî ku hatiye piştrastkirin “keştî li ser hêzên Amerîka û hevalbendan û keştiyên bazirganiyê yên li herêmê xetere ye”, hatiye tunekirin.

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYA) û Brîtanya hewl didin şiyanên koma Hûsiyan û êrişên wan kêm bikin.

Ji ber ku Husiyan êrişî keştiyên bazirganiyê yên navneteweyî li Deryaya Sor û Kendava Adenê dikin.

Hûsî jî dibêjin ji bo piştgiriya Xezayê, ew keştiyên Îsraîlê yan jî şîrketên Îsraîlê yan jî keştiyên kel û pelan dibin Îsraîlê, dikin hedef.

Hikumeta Yemenê: Nexşe rê ya ji bo agirbesta bi Husiyan hat rawestandin

Back to top button